Komeleya Sivîl ya Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber êrişên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê, yên li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê peyama hişyariyê belav kir.
Komeleyê di daxuyaniya xwe de destnîşam kir ku ji ber bûyerên li Îran û herêmên Rojhilatê Kurdistanê diqewimin bi awayek lez alozî, qeyran û guhertinên mezin rû didin. Komaleya Sivîl ji hemû welatiyan xwest ku bi hêviya pêşerojek baştir, xwe ji bo derbaskirina vê rewşê amade bikin.
‘Nehêlin navendên xizmetguzariyê vala bin’
Komeleyê di dewama peyama xwe de ev tişt gotin: “Divê dema hesas de, hestên wefadar û alîkar di astek bilind de be. Divê her kes parastina can û malê xwe bike û parastina milkê welatiyan jî weke erka xwe bizane. Divê îdare û navendên xizmetguzariyan nehêlin tu cih vala bimînin.”
‘Aramiya herêmê û welatiyan biparêzin’
Saziya Sivîl ya Gel bang li xwediyên dikan û bazaran dikin ku xwe ji bihakirina nirxê kel û pelan dûr bixin, bi rolê xwe ya mirovî rabin û ev bangê kir: “Em bang li hemû xelkê Kurdistan û bi taybet bang li xelkê bajarê Merîwan, Hewraman û Sewlawa dikin ku aramî û malbatên xwe biparêzin. Bi hêviya pêşerojek baştir guhertinan bişopînin.” Her wiha komele bang li mamostayên olî û mamostayên dibistanan kir ku bi rola xwe ya netewî rabin û ji bo parastina aramiya welatiyan û herêmê bibin alîkar.
‘Banga girêdayîna pîvanan’
Komele di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser berpirsyariyên civakî ya welatiyan û wiha pê de çû: “Herî dawî dibêjin ku hemû welatî divê xwe ji hemû pirsgirêkên kesî û malbatî dur bixin, xwe ji hemû valehiyên ewlekarî qanûnî biparêzin û girêdayî pîvanên exlaqî bin.”













