Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Mervanî û rêveberên komeleyê serdana rojnameya Xwebûnê kir.
Nûnerên Komeleya Wêjekarên Kurd, piştî kongreya xwe pêk anî û rêveberiya nû hilbijart, bi boneya piştevanî û diyolgê serdana rojnameya Xwebûnê kir. Li ser navê komeleyê Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî, Mehmet Yilmaz û Ahmet Tamîr hatin serdana rojnameyê. Hevseroka Komeleyê Herdem Merwanî bal kişand ser têkiliya di navbera komeleyê û saziyên çapemeniyê de û xwest têkiliya wan her dem zindî bimîne.