Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, diyar kir ku komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê 7 şêniyên gundê Nêrbiyê yê kantona Şehba û Efrînê ya hatiye dagirkir revandin. Rêxistinê da zanîn ku îşkence li 2 kalên gund kir û mal û milkên şêniyan talan kirin.
Êrîş û zextên li ser şênî û welatiyên kantona Efrîn û Şehbayê didomin. Li herêmê mirov tên revandin û îşkence li însanan tên kirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku di 14ê Çileya 2025an de komên çekdar ên girêdayî dewleta tirk li gundê Nêrebiyê yê girêdayî kantona Efrîn û Şehbayê, 7 ciwanên kurd revandin. Li gorî rêxistinê navên kesên hatine revandî wiha ne: Cabir Şukrî Ebdulqadir (40), Hemîd Ebdulcewad Welo (35), Ebdullah Adil Ebdulqadir (22), Cabir Arif Welo (22), Xemîs Xemîs (30) û Xalid Elî Welo (20).
Rêxistinê diyar kir ku çeteyan bi awayekî hovane îşkence li 2 kalên bi navê Ebdul Qader Mehlî Welo û Ehmed Elî Welo kiriye. Rêxistinê diyar kir ku di dema serdegirtinê de çeteyan bi hinceta lêgerîna çekan pere, zêr û telefon dizîne. Gundê Nêrebiyê dikeve aliyê bajarê Babê û di sala 2016an de ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatibû dagirkirin. Di çarçoveya siyaseta guhertina demografiyê de şêniyên wan gundan ên Kurd hatine koçberkirin.