Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ragihand ku komên çete yên girêdayî dewleta tirk ên di nava hêzên hikûmeta demkî de ciwanên revandine dikin mertal.
Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên çete yên girêdayî dewleta tirk a di nava hêzên hikûmeta demkî de ciwanên revandinê weke mertal dixin eniyên pêş.
Di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di sûceke birêxistinkirî û zelal de komên çete yên dewleta tirk ên di nava hêzên hikûmeta demkî de bi tank û topan êrişî taxên Helebê dikin, gefên êrîşkirina berxwedan xwarin. Komên çete hewl didin bi van êrîşên dijwar taxan valan bikin û şêniyên bidin koçberkirin. Ev siyaseta sîstematîk binpêkirina tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî ye, zihniyeta leşkerî û zexta derûnî li dijî welatiyan nîşan didin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dema êrîşa berfireh a van koman hat têkbirin û nikarîn berxwedana şêniyan têk bibirana, komên çete ciwanên neçar mane ji taxên Şêxmeqsûdê derkevin revandin û wekî mertalên zindî di eniyên pêş de bi kar tînin. Di heman demê de kesên temen mezin ji nû ve vegerandin taxê.
Di dawiyê de hat gotin ku bikaranîna welatiyan weke mertal sûcên dermirovî ne, bi hewldana koçberkirina şêniyane.













