HSDê ragihand ku komên hikûmeta demkî bi awayekî bêserûber malên welatiyên bajarê Dêr Hafirê topbaran dikin û destnîşan kir ku şervanên wan di çarçoveya mafê parastina rewa de bersivê didin êrîşan.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi awayekî bêserûber bajarê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dikin.
Di daxuyaniya HSDê de ev agahî hatin parvekirin: “Komên “Emşat” û”Hemzat” ên girêdayî hikûmeta Şamê, yên ku di lîsteya cezayên navneteweyî de ne, bi awayekî bêserûber û bênavber malên welatiyên bajarê Dêr Hafirê topbaran dikin û jiyana şêniyan dixin xeteriyê. Li hember vê topbaranên bêserûber ji mafên hêzên me ye ku parastina gel û şervanên xwe bike û bersivê bide êrîşan.
Di vê topbaranê de tu zirarên madî yan jî windahî di nava hêzên me de çênebûne, em aliyên êrişkar berpirsiyariya van sûc û binpêkirinan û encamên wan dibînin.”













