• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

    Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

    Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

    Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 12ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

    Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

    Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

    Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 12ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komîsyon li ser rêya Îmraliyê ye: Abdullah Ocalan dê qala kîjan mijaran bike?

Mahmût Altintaş / AW

22 MIJDAR 2025 - 09:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Tê payîn ku Komîsyon serê hefteya bê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên di nav pêvajoyê de ne hatin wergirtin; di civînê de Abdullah Ocalan dê li ser gelek mijaran û pêvajoya sazkirina qanûnan raweste û pêşniyaran ji bo Komîsyonê bike.

Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî dûh bi rojeva çûyina Girava Îmraliyê ya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiya. CHPê di civîna komîsyonê terk kir û çûyîna Îmraliyê red kir. Li ser vê yekê di raya giştî d li dijî CHPê bertekên tund tên nîşandan. Di dengdayîna Komîsyonê de AKP, MHP, DEM Partî, TÎP û EMEPê ji bo çûyînê dengên “erê” bikar anîn. Yeni Yol ne erênî û ne jî neyînî deng bikar neanî, Partiya Demokrat, HUDA-PAR û DSPê jî çûyînê red kirin.

Di encama dengdayînê de 32 endamên Komîsyonê ji bo biçin Giravê Îmraliyê erê kirin. Ji ber ku herî zêde deng ji bo çûyinê derket komîsyonê biryar da ku biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike.

Ji DEM Partiyê Serokwekîla Koma DEM Partiyê û endama Komîsyonê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serok Giştî yê MHPê Fetî Yildiz navên ku diyar bûn e. Ji AKPê jî tê payîn ku Huseyîn Yayman biçe. Ji Koma Yenî Yolê dê kê bişînê hê ne diyar e lê tê payîn ku Mehmet Emîn Ekmen biçe. Her wiha li gor agahiyan divê hemû partî îro di nava rojê de endamên ku bişînin Giravê diyar bikin û Komîsyonê agahdar bikin. Li bendê ye ku 4 parlamenterên ku endamên Komîsyonê ne serê hefteya pêşiya me biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Abdullah Ocalan dê gelek mijaran binirxîne û pêşniyaran bike

Ji avabûna Komîsyonê vir ve çûyîna Komîsyonê ya Girava Îmraliyê bi taybetî ji aliyê DEM Partiyê, gelek partiyên din û saziyan ve dihat ziman û pêşniyarkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtinên xwe yên bi Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê re dianî ziman ku ew dixwazê Komîsyon serdana wî bike û pêşniyarên xwe pêşkêşî Komîsyonê bike. Ji aliyê din ve jî piştî gavên dîrokî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê çavê raya giştî li gavavêtina dewletê ye.

Di civîn ango hevdîtina Komîsyonê û Abdullah Ocalan de kîjan mijar werin nîqaşkirin jî ji aliyê raya giştî ve tê meraqkirin. Li gorî agahiyên me bi destxistin; Abdullah Ocalan dê li ser gelek mijaran ji Komîsyonê re pêşniyariyan bike. Her wiha biryar hat girtin ku girtekên civîn-hevdîtinê jî heta 10 salan veşartî bimînin.

Polîtikayên înkarê û rabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê

Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên di nava pêvajoyê de ne bi dest xistin; Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li ser gelek mijaran raweste. Abdullah Ocalan dê di serî de qala polîtîkayên înkar û tunehesibandinê ya li dijî gelê Kurd bike û sedemên şerê çekdarî bike. Abdullah Ocalan dê qala şert û mercên ku PKKê rabûye û dest bi şerê çekdarî kiriye bike û sedemên vê yek bi yek ji Komîsyonê re bêje. Abdullah Ocalan dê ji Komîsyonê re qala hamleya 15ê Tebaxa 1984an û şerê 50 salan bike û sedemên wê yên dîrokî vebêje.

Rêberê Gelê Kurd dê qala lêgerînên çareseriyê bike

Her wiha hat zanîn ku dê Abdullah Ocalan li ser hewldan û lêgerînên xwe ji bo aştiyê û çareseriyê yên ji salên 90î heta niha bike. Abdullah Ocalan dê qala agirbesta 20ê Adarê 1993yan de û hûrgiliyên vê pêvajoyê bike. Yek ji mijarên ku di rojeva Ocalan de ye jî Komloya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ye ku li dijî wî pêk hatibû. Ocalan dê li ser vê yekê raweste û nirxandinê bike. Ocalan li ser hewldanên xwe yên çareseriyê yên ji sala 2005an dest pê kiriye raweste û qala pêvajoya çareseriyê ya 2013an bike. Abdullah Ocalan dê li ser lêgerînên çareseriyê çima negehîştine encaman û sedemên darbeyan bisekine û di vî warî de jî nirxandinan bike.

Girîngiya tifaqa Kurd û Tirkan

Her wiha dê yek ji mijara hevdîtinê jî tifaqa dîrokî ya Kurd û Tirkan e. Abdullah Ocalan dê li ser pêvajoya çareseriyê ya ji 27ê Sibatê ve da destpêkirin bisekine û qala girîngiya armanca pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bike. Her wiha Abdullah Ocalan dê li ser tifaqa Kurd û Tirkan jî raweste û li ser pêşxistina tifaqê nirxandin û pêşniyaran bike.

Abdullah Ocalan dê li ser avakirina zimanê Aştî û Civaka Demokratîk pêşniyaran bike

Her wiha ji destpêkirina pêvajoyê vir ve yek ji mijara herî zêde tê rexnekirin jî zimanê medya û siyasetemedarên Tirk ên li dijî pêvajoyê ye. Tê payîn ku di civînê de Abdullah Ocalan li ser vê yekê jî raweste. Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi heyeta DEM Partiyê re jî destnîşan kiribû ku divê medya û siyasetmedar dev ji zimanê ne li gorî ruhê pêvajoyê berdin û bi zimanekî erênî biaxivin. Ocalan dê di civînê de li ser vê yekê raweste û pêşniyarên avakirina zimanê Aştî û Civaka Demokratîk bike.

Amadekariyên qanûnî û entegrasyona demokratîk

Nemaze çavê gelê Kurd û raya giştî li dewletê ye ku dê ji aliyê qanûnî ve kîjan gav bên avêtin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dan; Abdullah Ocalan dê di civînê de li ser vê mijarê jî bisekine. Bi taybetî jî dê li ser rewşa gerîlyan ku çek danîne û dê çawa tev li siyaseta demokratîk bibin bisekine. Her wiha Abdullah Ocalan dê qala girîngiya mafên Kurdan bike ku dê çawa mafên wan werin mîsogerkirin. Abdullah Ocalan dê li ser azadî, wekheviya gelê Kurd axaftin û nirxandinan bike û dê li ser entegrasyona demokratîk raweste. Yek ji mijara herî girîng a civînê jî mîsogeriya mafên gelê Kurd e û Ocalan dê di vî warî de peşniyarên xwe pêşkeşî Komîsyonê bike.

Rapor dê di 28ê Mijdarê de bê amadekirin

Komîsyon dê piştî guhdarîkirina li Abdullah Ocalan derbasî beşa pirs û bersivan bibe û pirsên xwe ji Ocalan bikin. Komîsyon dê piştî vê hevdîtina dîrokî û girîng pêvajoya guhdarîkirinê bi dawî bike. Piştre dê Komîsyon raporek amade bike. Komîsyon dê heta 28ê Mijdarê roja Înê ji bo amadekirina raporê agahî bide Serokatiya Meclîsê.

 

Etîket: Abdullah OcalanGirava ÎmraliyêKomîsyona Demokrasiyê Xwişk-Biratiyê û Hevgirtina MilîRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

12 NÎSAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Divê gavên pêwîst demildest bên avetin

Tulay Hatîmogullari: Divê gavên pêwîst demildest bên avetin

11 NÎSAN 2026
Abdulkadîr Guleç: Ji bo pêvajo bimeşe divê qanûn bi lez bên derxistin

Abdulkadîr Guleç: Ji bo pêvajo bimeşe divê qanûn bi lez bên derxistin

11 NÎSAN 2026
Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê: Ji bo azadiya Serok em tev li meşê bibin

Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê: Ji bo azadiya Serok em tev li meşê bibin

11 NÎSAN 2026
Ji kampanyaya navneteweyî ji bo Mafê Hêviyê banga çalakbûnê

Ji kampanyaya navneteweyî ji bo Mafê Hêviyê banga çalakbûnê

10 NÎSAN 2026
Qamişlo ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiya

Qamişlo ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiya

9 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gundê Qerxabazarê berteka li dijî JESê: Em rê nadin projeyên talanê

    Li gundê Qerxabazarê berteka li dijî JESê: Em rê nadin projeyên talanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Gimgimê: Ev proje nirxên jiyanê dikujin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bazarvanên Wanê: Piştî şerê Îranê em mexdûr bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Muzakereyên li Îslamabadê xitimîn: Dîplomasî rawestiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MKGê rojnameger-nivîskar Evrîm Alataş bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (437)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne