Komîsyona Meclîsê bi serokatiya Numan Kurtulmuş bi endamên partiyên siyasî ku ji bo nivîsandina rapora hevpar hatine peywîrdarkirin re civînek li dar dixe. Di civînê de komîsyon dê li ser rapora hevpar nîqaş û nirxandinan bike.
Nûnerên partiyên endamên Komîsyona Meclîsê ku ji bo nivîsandina raporê hatine peywîrdarkirin bi Serokatiya Numan Kurtulmuş civîna 2yemîn li dar dixe. Endamê Komîsyonê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiye ya Gelan (DEM Partî) Cengîz Çiçek, Cigirê Serokê MHPê û endamê komîsyonê Fetî Yildiz, endamê komîsyonê yê CHPê Murat Emîr, endamê komîsyonê yê AKPê Abdulhamît Gul û endamê komîsyonê yê Koma Yenîyolê Bulent Kaya ku li ser navê partiyên xwe ji bo nivîsandina raporê hatine peywîrdarkirin tev li civînê bûn. Di civînê de dê li ser rapora hevpar nirxandin û nîqaş bên kirin.












