Kesên ku beşdarî Komxebata Civaka Demokratîk û Tenduristiyê bûn anîn ziman ku ew ji vê komxebatê bihêz derketin û gotin “Hêviya me ew e ku xebatên me bi vî rengê bimeşînin û civaka demokratîk ava bikin.”
Komxebata Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi dirûşma “Civaka Demokratîk û Tenduristiyê” li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê di roja duyemîn de bi dawî bû. Komxebat di roja duyemîn de bi panela “Pergala Tenduristiyê ya Rojava û tecrubeyên komînan” dest pê kir û encamname hat aşkerkirin. Beşdarên komxebatê Mahîr Soylemez û Recep Yolcu li ser komxebatê ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Ev ne tenê bangeke her wiha îdiaya avakirina jiyan û pergalek nuye’
Mahîr Soylemez da zanîn ku bangavaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Aştî û civaka demokratîk bi xwe re gelek pêşketin aniye û ev tişt gotin: “Ev bang bandora xwe li ser Rojhilata Navîn û cîhanê çêkir. Ev ne tenê bangeke her wiha îdiaya avakirina jiyan û pergalek nû ye. Tevgera azadiya Kurdistanê xwedî tecrubeyek kûr e. Dixwaze bi vê pêvajoyê tecrûbeya xwe bike rastiyek li ser erdê. Di komxebata “Civaka Demokratîk û Tenduristiyê” de mijarek me jî di civaka demokratîk de pêkhateyên qada tenduristiyê bû. Yanê ew sazî û dezgehên ku di qada tenduristiyê de xwe bi rêxistin kirine divê di civaka demokratîk de rol û mîsyonek çawa bigirin ser xwe. Ev hatin nîqaş kirin. Sernavek din entegrasyona demokratîk bû. Dîsa li vir de jî rol, misyon û erkên me çi ne ew hatin nîqaşkirin. Ew jî bi perspektîfa birêz Ocalan perspektîfa “Dubendiya Komûn û Dewletê” hat nîqaşkirin.”
‘Li gor berê em bi hêztir in’
Mahîr Soylemez di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku ev nêzî 15 sal in şoreşeke civakî li Rojava heye û ew dixwazin tecrûbeya wir ji xwe re bikin mînak û ev tişt got: “Kesên ku li wir in derbarê rêxistinkirina civakê û rêxistinkirina tenduristiya civakê kêm zêde wek me ne. Em girîngiyê didin tecrûbeyên hemû cîhanê lê bêhtir perspektîfa me û Rojava nêzîk hev in. Ji bo me girîngtir bû ku em di vê pêvajoyê de bêhtir geşedanan derxin xolê. Me xwest em li ser pergala tenduristiyê ya Rojava û tecrûbeyên komunan nîqaşan bikin. Hevalek bijîşk ji Rojava bernameyek amade kiribû bi me re parve kir û li ser wê nîqaş hatin kirin. Ez bi xwe bi vê komxebatê bihêztir bûm. Em bi hevalan re dema diaxivin em wê hêzê dibînin bi rastî. Li gor berê em bi hêztir in. Hêviya me ew e ku xebatên me bi vî rengî bimeşin û civaka demokratîk ava bikin.”

‘Me gelek mijar bi encam kirin’
Recep Yolcu yê ku wek xwendekar beşdarî komxebatê bû anî ziman ku komxebat bi kelecanek mezin hate pêşwazîkirin û wiha axivî: ”Em li ser sernava komxebata ‘civaka demokratîk de tenduristî’ xebat û nîqaşan dikin. Bi her alî ve nîqaşên têr û tijî hatin kirin. Kêmasiyên me çi ne? Em çi dixwazin? Divê em ê çi bikin? Li ser van mijaran em nîqaşan dikin û di civaka demokratîk de rol û mîsyona me çi ye? Bi wî awayî me ev komxebat li dar xist. Bi dawî bu lê belê me gelek mijar bi encam kirin û xebatên me yên bi wî rengî çêbibin.”
‘Pergala me ya tenduristiyê divê êdî bi zimanê dayîkê bibe’
Recep Yolcu di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser pirsgirêkên tenduristiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê û wiha domand: “Li ser pirsgirêkên tenduristiyê axaftin û nîqaş hatin kirin. Gelek tişt di aliyê tenduristiyê de hatin axaftin û bingeha wan mijaran hate avakirin. Ev dawiya komxebata me wek pêşerojeke ne bi dawî dibe em dikarin bibêjin dest pê dike. Em ê pirsgirêkên xwe yên civaka xwe di hêla tenduristiyê de çawa çareser bikin. Mînak em bi zimanê xwe di qada tenduristiyê nikarin biaxivin pirsgirêka herî mezin ev e. Em ser van xalan sekinîn. Daxwaz ew e ku herkes bi zimanê xwe di qada tenduristiyê bikaribe xwe îfade bike û pirsgirêkê xwe bîne ziman. Teqez divê ziman bikeve nav tenduristiyê. Pergala me ya tenduristiyê divê êdî bi zimanê dayikê bibe. Ev tişt nayê qebûlkirin.”
Komxebata tenduristiyê bi gerandina govendê bi dawî bû.














