Wan – Di rûniştina heştemîn ya dawî ya komxebata Kurdî de hiqûq û dîplomasî hat nîqaşkirin û hat ragihandin ku ji bo lîterator û termînolojiya hiqûqî ya Kurdî gav tên avêtin.
Di rûniştina heştemîn a dawî ya komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” de Mehtap Işik, Alî Şapkaci, Mûstafa Oktay, Mehmet Salîh Coşkûn, Rengîn Karabûlût û Remzî Azîzoglû mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Hiqûq û Dîplomasiyê” pêşkeş kirin.
Rêveberê DADSAZê parêzer Alî Şapkaci rapora ku OHD û DADSAZê bi hev re amade kirine xwend. Alî Şapkaci pêşiya ku metnê bixwîne, diyar kir ku di qada hiqûqê de gelek geşedanên baş çêdibin û anî ziman ku êdî ji bo lîterator û termînolojiya hiqûqî ya Kurdî gav tên avêtin.
Parêzerê Baroya Wanê Mûstafa Oktay jî pêşniyariyên xwe yên derbarê hiqûqê de rêz kirin û xwest her parêzer û saziyên Kurdî ji bo xurtkirina lîteratura hiqûqa Kurdî di nava hewldanan de be.
‘Divê parêzerên Kurd hiqûqa Kurdî bizanin’
Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkûn jî behsa têkiliya mafên mirovan û ziman kir. Mehmet Salîh Coşkûn da zanîn ku heke ziman nebe hiqûq jî tuneye û diyar kir ku êdî Kurd jî bi zimanê xwe dikarin hiqûqê binirxînin. Mehmet Salîh Coşkûn bi lêv kir ku pergala mafên mirovan çiqas xurt be, ziman jî xurt dibe û ev tişt got: “Heke em pergala xwe ya hiqûqî ya giştî ava bikin dê di pêşerojê de karê me gelek sivik bibe. Divê parêzerên Kurd hiqûqa Kurdî bizanin û xebatên xwe yên di vê hêlê de bidomînin.”
Li ser navê qada dîplomasiyê Rengîn Karabûlût jî rapora xwe ya qada dîplomasiyê ya ji bo komxebatê amade kirine xwend.
Remzî Azîzoglû jî da zanîn ku heke ziman nebe serkeftin jî nîne û ev bi salan e Kurd ji bo zimanê xwe têkoşînê dikin.