Wan – Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar di bernameya vekirina komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” de axivî û destnîşan kir ku heta di hemû zagon û qanûnan de statû û perwerdehiya bi Kurdî neyê qebûlkirin, ne aştiyeke rast û mayînde pêk tê, ne jî civakeke demokratîk tê avakirin.
Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” ku Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk li dar dixe û dê 2 rojan bidome, li Eywana Dawetê ya Ciraganê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dest pê kir. Di eywanê de pankartên “Statûya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” û “Ji bo zimanê Kurdî têkoşîn û xebat” hatin daliqandin. Endamên saziyên sivîl, nûnerên saziyên demokratîk û partiyên siyasî û gelek kes tev li komxebatê bûn.
‘Em spasiya Ocalan dikin ku ev derfet daye me’
Di bernameya vekirinê de Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar axivî û got: “Em ewilî rêzdarî û minetdariya xwe ji bo Baba Tahirê Ûryan, Feqiyê Teyran, Mensûre Kurdistanî, Cegerxwîn hwd. pêşkêş dikin. Em rêzdariya xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan ku ev derfet daye me ku em vê komxebatê li dar bixin, pêşkêş dikin û em rêzdariya xwe ji bo hemû şehîdan pêşkêş dikin. Em gelek spasiya xwe ji bo hemû pêkhateyên Kurd jî dikin. Rêzdar Abdullah Ocalan, dibêje ku ‘ziman ji bo neteweyekê ji nan û av girîngtir e.’ Her wiha dibêje ku kes û neteweyên ji zimanê dayîka xwe bêpar ji ajalan jî berjêrtir in. Lewma ziman weke laşê mirovan pênase dike û dibêje lê xwedî derbikevin.”
‘Xebatên ziman encama têkoşîna tevgera azadiyê ne’
Heval Dilbihar, destnîşan kir ku hinek derdor dibêjin tevgera azadiyê ji bo zimanê kurdî zêde tiştekî nakin û wiha berdewam kir: “Lê heke îro gelek derdor xebatên ziman bimeşinin, ev yek di encama têkoşîna tevgera azadiyê û gelê Kurd de ye. Em ê bi vê komxebatê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî bigihînin merxeleyeke din. Rêzdar Ocalan li gel hemû pêkhateyan pêvajoyek daye destpêkirin. Heta di hemû zagon û qanûnan de statû û perwerdehiya bi Kurdî neyê qebûlkirin, ne aştiyeke rast û mayînde pêk tê, ne jî civakeke demokratîk tê avakirin. Divê em li vir hemû pisrgirêkên li qada zimanê Kurdî nîqaş bikin. Em li hember Kurdî di xala xwerexnedayînê de ne, lewma divê em polîtîkayên xwe yên ji bo têkoşîna zimanê Kurdî diyar bikin. Komxebata me weke nîvkomxebatek gel e jî. Gelek komxebat hatine lidarxistin, lê belê nîvco mane, berdewamiya wê nehatiye. Lewma ev komxebat gelek girîng e. Ev komxebat ji bo Rêber Ocalan, cangoriyan û gelê me pîroz be.”