• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Berê Mehmed Uzun her li Kurd û Kurdistanê bû’

    ‘Berê Mehmed Uzun her li Kurd û Kurdistanê bû’

    Polîsan meşa ji bo zimanê Kurdî asteng kir!

    Polîsan meşa ji bo zimanê Kurdî asteng kir!

    Konferansa Bawerî û Gelan: Tevgera Azadiyê bandorek erênî li ser têkiliyên gelan kir

    Konferansa Bawerî û Gelan: Tevgera Azadiyê bandorek erênî li ser têkiliyên gelan kir

    Li Êlihê amedekariya ‘Mitînga Aştî û Civaka Demokratîk’ didome

    Li Êlihê amedekariya ‘Mitînga Aştî û Civaka Demokratîk’ didome

    Jinên Kongra Starê ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin

    Jinên Kongra Starê ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin

    Mehmed Uzun di salvegera 18emîn de hate bibîranîn

    Mehmed Uzun di salvegera 18emîn de hate bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Mêrdîn / AW

11 COTMEH 2025 - 17:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE, VÎDEO, WÊNE
A A

Mêrdîn – Parlamenterê DEM Partiyê George Aslan Konferansa Ol û Gelan de got : “PKKê û Tevgera Azadiyê bandorek erênî li ser têkiliyên Kurdan û Suryaniyan kir, her wiha pêvajoya Ocalan daye destpêkirin ji bo gelan fersendeke.”

Konferansa Jiyanek Hevpar û Demokratîk a Ol û Gelan li Mezopotamyayê ku ji aliyê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ve tê lidarxistin û wê 2 rojan berdewam bike li Mêrdînê bi tevilbûna berdevkên însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê, gelek kesên ji ol, bawerî û gelên cuda tevlî konseransa li otelek taybet di rûniştina danê êvarî berdewam kir.

Di beşa duyemîn a konferansê de li ser mijara ji dîrokê heya niha di Mezopotamyayê de xwebûn û jiyana gelan û baweriyan berdewam kir. Li ser mijarê bi pêşkêşvaniya Parêzer Jiyan Abdussemedoglu Prof Dr. Nûrettîn Tûrgay, George Aslan, Perva Înal, Kadriye Dogan û Ender Peker axaftin kirin.

Xweziya Tevgera Azadiyê beriya 1950an ava bûba

Parlementerê Mêrdînê George Aslan ku Suryanî ye li ser di dîrokê de gelê Suryanî li Tirkiye çi jiyan kir axaftin kir. Aslan diyar kir k udi dîrokê de têkiliyên gele Kurd û Suryanî bi hev re xurt bûn û wiha axivî: “Her çiqas di navbera Kurd û Suryaniyan de têkiliyek erênî hebe jî lê bêbaweriyek hebû. Bi derketina holê ya Tevgera Azadiyê têkiliyên gelan xurt bûn û bandorek erênî çêbû. Xweziya beriya salên 1950an Tevgera Azadiyê hebûya ku ev têkilî ji zû ve xurt bûna.”

Em dikarin bi hev re bijîn

George Aslan di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku gele Suryanî jî weke gelê Kurd êşên giran dîtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi avakirina PKKê re di nava gelê me de jî guhertinek pêk hat û xwe rêxistinkirinek pêş ket. Her wiha gelê Suryanî dît ku di nava gelê Kurd de jî li hember wan guhertin çêdibe û ji hev re peyva ‘rêheval’ bikaranîn. Di pêvajoyên pêşde gelê Suryanî jî weke gelê Kurd êş kişand. Gundên wan jî hatin valekirin û koçber bûn. Li welatên Ewrûpa cardin têkilî bi hev re danîn. Îro cardin ji bo avakirina gundan xebatek bi hev re heye. Em dikarin bi hev re bijîn. Ev pêvajoya Ocalan daye destpêkirin ji bo gelên Tirkiyeyê fersendek mezin e.”

Divê her kes heqê hev biparêze

Piştî George Aslan, Prof Dr. Nûrettîn Tûrgay da zanîn ku ji bo gel hev re bikaribin bijîn divê ewil mafê hev biparêzin û wiha axivî: “Di baweriya Misilmantiyê de tişta herî girîng heq e. Heq navek ji navên Xwedaye. Ji bo ku em bikaribin bi hev re bijîn divê ewil em bikaribin mafê hev, heqê hev biparêzin. Divê ev ji bo heqê xwe yê mirovî li ber xwe bidin.”

Peymana Medîneyê maf û edalet esas digirt

Perva Înal Peymana Medîneyê ku di navbera şêniyên Mekkeyê û Medîneyê de hatiye pêk destnîşankirin bi bîr xist û wiha axivî: “Li gor vê peymanê jiyana hevpar tenê bi xweşbîniyê pêk nayê. Li gor Peymana Medîneyê bi hev re jiyan divê li ser rêgezên edalet û mafan pêk were. Ji bo jiyanek hevpar hewceyî bi baweriyek hevpar tuneye lê hewceyî bi edalet û mafên hevpar heye.”

Herî dawî Kadriye Doxan axivî û ev tişt gotin: “Pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, pêşiyê li gelan û baweriyan vedike. Me weke elewiyan ji salên 1960an karî xwe bînin ziman. Li ji ber koçberbûnê û nebûna malên elewiyan pirsgirêk hatin jiyandin û dema elewiyan xwestin malên elewiyan vekin rastî tundiyê hatin. Em dibêjin divê elewî piştgiryê bidin vê pêvajoyê û xwe li dora vê pêvajoyê rêxistin bikin. Ji bo elewî bikaribin xwe bidin jiyandin modela herî pêkan modela Bakur Rojavayê Sûriyeyê ye.”

Piştî axaftinan pirs hatin kirin, bersiv hatin dayîn û hate ragihandin ku wê sibe encamnameya konferansê were aşkerekirin.

Etîket: Ender PekerGeorge AslanGulcan Kaçmaz SayyîgîtÎnsiyatîfa Yekitiya DemokratîkKadriye DoganKonferansa Jiyanek Hevpar û Demokratîk a Ol û Gelan li MezopotamyayêPerva ÎnalProf Dr. Nûrettîn Tûrgay
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê jin pêşengtiya yekitiya gelê Kurd bikin

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê jin pêşengtiya yekitiya gelê Kurd bikin

30 GULAN 2025
Parastina rojnamegeran erka hemû kesan e

Parastina rojnamegeran erka hemû kesan e

25 KANÛN 2024
Gurbet Tekîn: Tirkiye bi çeteyan êrîş dike

Gurbet Tekîn: Tirkiye bi çeteyan êrîş dike

17 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (175)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne