Konferansa HDKê ya bi navê “Di rêya jiyana azad û wekhev a gelan de, çareserî di aştiyê de ye” ku 2 rojan bidome, li Stenbolê dest pê kir.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşmeya “Di rêya wekhevî û jiyana azad a gelan de, çareserî di aştiyê de ye” dest bi konferansê kir. Konferansê li Navenda Çandê ya Bariş Manço ya navçeya Avcilara Stenbolê dest pê kir. Konferans dê 2 rojan bidome. Berdevka HDKê Meral Daniş Beşdaş, di vekirina konferansê de axivî û bal kişand ser girîngiya aştiya civakî û çareseriya demokratîk. Konferans bi axaftinan didome.