Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma “Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekîtiya me xurt dike û hevkariyek ku siberoja me ava dike” li Navenada Çand û Hunerê ya Hesekê dest pê kir.
Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xiwêran a Hesekê dest pê kir.
Di konferansê de nêzî 500 siyasetmedar, rewşenbîr, şêxên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên Suryan-Asûr-Kildan, Ermen, Tirkmen, Çerkes, hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û rêxistinên jinan, keşîşê Cizîrê û Firatê Marmaros Amsîh, Yekitiya Suryan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û şêx Murşîd El Xeznewî amade ne.
Di konferansê de li ser navê saziyên leşkerî û siyasî axaftin werin kirin. Her wiha di konferansê de dê peyamên nûnerên Durzî û Elewiyan ji bo pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin xwendin. Dûre dê belgenameya konferansê were xwendin, nîqaş û pêşniyar werin kirin. Di dawiyê de encamnameyek were xwendin.
Girêdayî mijarê, endamê komîteya amadekar a konferansê Hikumet Hebîb ji ANHAyê re axivî û got: “Piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê, bûyerên li herêmê û ketina Sûriyeyê ya pêvajoyeke nû, diviyabû destpêşxeriyeke civakî ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo lidarxistina vê konferansê hebûya. Da ku ev konferans peyamek ji bo tevahî sûriyeyiyan be ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo avakirina civakeke demokratîk a nenavendî, civakeke hevgirtî ye.”
Hebîb diyar kir ku wê ev belgename û encamên konferansê banga têkoşîna li dijî kîndariyê bikin, banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya berfireh û piştgiriya hêzên nîştimanî ji bo çareseriya demokratîk bikin, da ku Sûriyeyeke nenavendî ji bo mafên tevahî welatiyan mîsoger bibe, were avakirin.