Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL daxuyand ku ew bi xemgînî pê hesiyan ku kedkarê çapemeniyê Osman Kiliç û ‘Derwêşê siyaseta Rojava’ Salih Muslim şehîd bûne û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest.
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji bo endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim û rojnameger Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand. Di daxuyaniya KONGRA-GEL de wiha hate gotin, “Em bi xemgîniyeke mezin pê hesiyan ku kedkarê çapemeniyê yê hêja hevalê me Osman Kiliç û derwêşê siyaseta Rojava bavê şehîd Şervan û hevrê Salih Muslim şehîd bûn.”
Di dewama peyamê de hate gotin, “Herdu şehîdên me heta kêliya dawî ya temenê xwe, têkoşîna demokrasî û azadiyê ya pîroz heta nefesa dawî meşandin, dilsoziya xwe ya bi şehîdan û rastiya gel re nîşan dan û di vê oxirê de ked dan, hewl dan. Şehadeta van herdu berxwedêrên me ku ji bo gelê me xwedî kedeke mezin bû, windahiyeke mezin e.
Di serî de malbatên hêja yê welatparêz ên hevrêyan bila serê gelê me sax be. Em bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.”













