• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

    ‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

    Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

    Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 20ê KANÛNA 2025an

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

    ‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

    Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

    Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 20ê KANÛNA 2025an

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kongra Star li Qamişlo û Reqayê kuştina jinan şermezar kir

Navenda Nûçeyan /AW

1 SIBAT 2025 - 18:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi sedan endam û rêveberên Kongra Star li Qamişlo û Reqayê li dijî cihgirtina kujerê Hevrîn Xelef a di hikûmeta Şamê de, bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku cihên kujerên jinan di Sûriyeya Demokratîk de nîn e.

Piştî kujerê Sekrerata Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevîn Xelef, Hatim Ebû Şeqra di nava hikûmeta Şamê de cih girt, li bajarê Qamişloyê bi pêşengiya Kongra Star bi sedan jin kom bûn û li dijî beşdarbûna kujer Hatim Ebû Şeqra meşiyan. Jinan di meşê de wêneyên Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan bilindkirin. Jinan pankartên li ser “Cihê qatilên jinan di Sûriyeya demokratîk de nîn e”, “Qatilên jinan nûnertiya me nakin”, “Na ji qetilkirina jinan re” vekirin û bê navbera dirûşmên “Bijî berxwedana YPJ’ê”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Berxwedan jiyan e” berzkirin.

Piştî meşê, dayika Siyasetmedar Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa axivî û got: “Qatil çawa cihê xwe di desthilata Şamê de digirin? Em qebûl nakin ku qatilên ku axa Sûriyeyê qirêj dikin cihê xwe di desthilata nû de bigirin.”

Sûad Mistefa diyar kir ku çete Ebû Şeqra bi kemînekê keça wê bi awayekî hovane kuşt û wiha domand “Bi vê yekê xwestin tirsê bixin dilê jinên pêşeng. Lê ev sûc û kiryar meşa azadiyê ya jinan têk nabe. Jinên Kurd, Ereb û Suryan dibêjin: em li vir in, em hemû Hevrîn in. Em koletiyê qebûl nakin û qatilên jinan li Sûriyeyê qebûl nakin.”

Sûad Mistefa pirsa çawa El Colanî xwe kiriye serokê demkî yê Sûriyeyê bêyî ku li biryara gel vegere kir û axaftina xwe wiha zêde kir: “Desthilata ku destê wê di xwîna jin û sûriyeyan de heye û bûye piyong di destê Erdogan de, nûnertiya me nake. Em desthilata ku Rêveberiya Xweser nas nake, qebûl nake. Heya gelê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê derveyî mala xwe bin em ê desthilatê we nas nekin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Şêraz Hemo jî axivî û banga parastina mafên jinan kir. Şêraz Hemo got: “Em jiyana ku mafên jinan paşguh dike, qebûl nakin. Dema em behsa Sûriyeya nû dikin, divê destpêkê azadî û edaletî pêk were û mafên jinan werin parastin.”

Şêraz Hemo di dewama axaftina xwe de beşdariya çete Ebû Şeqra di desthilata Şamê de pirsî û got “Dîroka wan bi xwînê dagirtî ye, ma dê çawa bi vê zihniyetê welat bi rêve bibin.”
Şêraz Hemo îşart bi vê yekê kir ku divê rola jinan di hemû qadên siyasî, aborî, civakî û çandî de di avakirina Sûriyeya siberojê de hebe. Her wiha bang li hemû jinan kir ku hemberî vê zihniyetê dengê xwe bikin yek.

Reqa

Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Reqayê jî bi heman armancê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Parka Şehîd Hevrîn Xelef bi amadebûna endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Jinan a Sûriyeyê hat dayîn. Berdevka Nivîsgeha Jinan a Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fatima El Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de beşdariya çete Hatim Ebû Şeqra di şahiya siyasî ya li Şamê de hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku “Ev yek bêheqiyek li edaletê û bêrêziya li xwîna sivîlan e. Di heman demê de berdewama tevkariya bi kujer û sûcdaran re ye.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bêyî hesabpirsînê ji sûcdaran aştî pêk nayê û bang hat kirin ku divê çete sewqî edaletê werin kirin û li gorî qanûnên navneteweyî werin darizandin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ” Bêdengiya civaka navneteweyî li hember van sûcan nîşan dide ku îradeyek rasteqîn ji bo pêkanîna dadmendiyê tune ye. Jinên sûriyeyî wê qebûl nakin, ji ber ku wan di têkoşîna azadî û demokrasiyê de soza tolhildanê xwîna şehîd Hevrîn Xelef û hemû şehîdên Sûriyeyê dane. Daxwaze me helwestek ji rêzê nine, lê belê mafekî mirovî ye ku em jê nayên xwarin. Divê edalet bingeha sereke ya her çareseriyeke siyasî yan civakî li Sûriyeyê be. Nabe mafên qurbaniyan werin paşguhkirin, ji ber ku çavgirtina li van sûcan mîna pêkanîna sûcan e.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn “Em soz didin şehîdan ku em ê heya avakirina Sûriyeke ya bi îradeya jina azad, avakirina Sûriyeke pirrengî ya ne navendî ji bo tevahî Sûriyeyan tê bikoşin.”

Çi bibû?

Kujer Ebo Hatem El Şeqra ku ji koma Ehrar El Şerqiyê bû û di 12ê cotmeha 2019an de dema dagirkirina Serêkaniyê de tevî çeteyên xwe êrîşî maşîneya Hevrîn Xelef a ji Reqayê diçû Cizîrê kiribû. Di êrîşê de Hevrîn Xelef jiyana xwe ji dest dabû. Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî koma Ehrar El Şerqiye xistibû lîsteya terorê û diyar kiribû ku gelek endamên DAIŞ’ê yên kevin di nav vê komê de hene. Lê heman Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, piştgiriyê dide vê hikûmeta dijminahiya gelan û jinan dike!

 

Etîket: Hevrîn XelefKongra StarmesQalişloReqa
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Meşvanan  li ber meclisê bang kir: Ji şer re na ji aştiyê re budçe

Meşvanan  li ber meclisê bang kir: Ji şer re na ji aştiyê re budçe

14 KANÛN 2025
Bi boneya Hefteya Mafê Mirovan meş hat li darxistin.

Bi boneya Hefteya Mafê Mirovan meş hat li darxistin.

10 KANÛN 2025
Li Manîsayê meş: Em ê li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin

Li Manîsayê meş: Em ê li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin

25 MIJDAR 2025
Jin li Wanê meşiyan: Em ê vê pergalê biguherînin

Jin li Wanê meşiyan: Em ê vê pergalê biguherînin

25 MIJDAR 2025
Jinan li Enqereyê astengî nasnekirin û meşiyan

Jinan li Enqereyê astengî nasnekirin û meşiyan

25 MIJDAR 2025
Li Amedê meşa 25ê Mijdarê: Em ê civakek azad ava bikin

Li Amedê meşa 25ê Mijdarê: Em ê civakek azad ava bikin

25 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (376)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne