Amed – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî 9 salan Konservatuara Aram Tîgran careke din vedike. Xebatkarê Konservatuarê Ferhat Ertaş diyar kir ku xwedîderketina li Konservatuara Aram Tîgranê xwedîderketina li nasnameya Kurdî ye.
Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi şiara “Em ne bê alternaf in” dest bi amadekariyên vekirina Konservatuara Aram Tîgran kir. Konservatuar, di sala 2010an de hatibû vekirin. Lê piştî qeyûm tayîn kirin, qeyûm di 2016an de deriyê wê girtibû. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî ket destê DEM Partiyê piştî 9 salan careke din konservatuarê vedike. Di Konservatuarê de dê perwerdeyên şano, muzîk, muzîka zarokan, wêje, resîm û sînemayê bên dayîn. Dê perwerde bi zimanê Kurdî bên dayîn. Li gorî dersan dê ji 7 salî heta 32 salî şagirt beşdarî dersan bibin. Dê li gorî dersan temen bê guhertin.
Xebatkarê Konservatuara Aram Tîgran, Ferhat Ertaş derbarê xebatên konservatuarê de diyar kir ku ji bo bajarên cuda serlêdan hene û dê heta 20 rojan bidome. Ferhat Ertaş, anî ziman ku wan plan kiribû ku serlêdan di 12 cotmehê de biqedin û got: “Lê me serlêdan ji bo kesên derveyî bajêr 20 rojên din dirêj kir. Me ji kesên dixwazin ji hunera Kurdî re bibin bersiv qad vekir.”
‘Bi desteserkirina vîna gel re konservatuar jî hat girtin’
Ferhat Ertaş anî ziman ku Konservatuara Aram Tîgram beriya 15 salan li Amedê hatibû vekirin û di sala 2016an de piştî qeyûm hat girtin û wiha got: “Konservatuara Aram Tîgran di beşa muzîkê de weke nasname derket pêş. Li Amedê Konservatuara Aram Tîgran û li Wanê jî Konservatuara Nûda hebû. Di bin banê Şaredariya Peyasê de jî Konservatuara Cegerxwîn hebû. Li wir xebatên hunerî dihatin kirin. Gelek kes dihatin li vir perwerde dibûn. Xebatên wêje, şano, muzîk û resim li Cegerxwînê dihatin kirin. Li Wanê jî perwerdehiyên sinema, muzîk, şano, wêje û resim dihatin dayîn. Piştî qeyûm vîna gel desteser kir, konservatuar hatin girtin. Yekemîn qada ku hate dagirkirin qada çandê bû. Bi qeyûma 2016an re ev sazî hatin girtin. Di 9 salên dawî de, tevî van zehmetiyan, dîsa em ê Konservatuara Aram Tîgran vekin. Em îro dinêrin, xelekek li dora çand û hunera Kurdî çêbûye. Em dibînin ku di vê pêvajoyê de em nebitenê ne. Ji destpêka vê xebatê heta îro hevalên me kedeke gel mezin dan.”
‘Bi deng û rengên xwe yên cuda bajarên xwe bixemilînin’
Ferhat Ertaş destnîşan kir ku ew ê careke din Konservatuara Aram Tîgran bi şiara ‘Em ne bê alternaf in’ vekin û got: “Di vekirina vê konservatûrê de me hin beşên din jî lê zêde kir. Em hewl didin di bin banê Konservatuara Aram Tîgran de beşên wêje, şano, resim, muzîk û sînemayê lê zêde bikin. Di beşa muzîkê de zarokên temenê wan 6-12 salî dê ders bibînin û wê akademiya zarokan bê avakirin. Ji xeynê wê kesên temen 17-25 salî jî dê hebin. Di heman demê de beşa şanoyê jî ji kesên temen 17-25 salî hebin. Yê sînemayê jî dîsa heman temen e. Me vê carê beşek din lê zêde kir. Ew jî ya anîmasyonê ye. Di beşa anîmasyonê de ‘2D, 3D’ heye. Em ê perwerdehiya wê bidin. Kesên ku bixwazin bi zimanê xwe perwerde bibînin me van qadan vekiriye. Ya din jî beşa wêneyê ye. Em hewl didin ciwanên Kurd bi deng û rengên xwe yên cuda bajarên xwe bixemilînin. Beşa dinê jî hîma nasnameyê ya beşa Kurdî ye. Me ji bo 6 beşan serlêdan vekiriye. Beşa ku nehatiye aktîfkirin a govendê ye. Ji bo pêşerojê xebatên me ji bo wê jî hene.”
‘Divê bêhtir polîtîkayên çand û ziman derkevin pêş’
Ferhat Ertaş di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku heta niha li gelek bajaran serlêdan hetine kirin û wiha pêde çû: “Em ê weke xebatkarên vê qadê derbikevin bajarên cuda û li xwendekaran bigerin. Me ji bo bajarên cuda dest bi serlêdanan kiriye hê hejmara wan gihîştiye 10-15 kesan. Em ê hewl bidin ji bo hemû zaravayên zimanê Kurdî jî perwerde bidin. Niha bi tenê Kurmancî û Kirmanckî heye. Girtina me ya temen ne girîng e. Em li pêşketina kesan dinihêrin. Ne tenê wêjeya Kurdî ye, wêjeya hemû cîhanê ya klasik dê ders bên dayîn. Lê em ê zêdetir li ser wêjeya Kurdî bisekinin. Zarokên ku ji aliyê nasname û zimanê xwe li pêş ketîbe ew gavek li pêş e. Di heman demê de dewlet bi polîkayên xwe yên qirêj hewl dide ku zarok û ciwanên Kurd ji zimanê xwe fedî bikin. Divê ku ziman jî weke gulekê bê parastin, da ku geş bibe. Dema ku mirov li dijî polîtîkayên salên 80-90î dernekeve, mirov bi tunekirinê re rû bi rû dimîne. Konservatuar û sazî li dijî vê yekê mertal in. Konservatuara Aram Tîgran bi vê rol û mîsyonê radibe. Me dikaribû bi zimanê tirkî jî huner pêş bixista. Lê ew tiştek nû li me bar nake. Em li vir bangewaziyê jî li ciwan û gelê Kurd dikin ku li vê nasnameyê xwedî derbikevin. Xwedî li derketina Konservatuara Aram Tîgran xwedî li derketina nasnameya Kurdî ye.”
‘Huner nasekine her tim herikbar e’
Ferhat Ertaş di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku niha ev konservatuar tenê li Amedê heye û got: “Dema kesên ku li bajarên din serlêdanan bikin jî em ê cihê lê mayîn û alîkariya debarê bidin wan. Piştî 2016an qeyûm tayîn kirin, dîsa me xebatên hunerî berdewam kirin. Ji ber ku huner nasekine her tim herikbar e. Me 8-9 salan bi vî awayî berdewam kir. Gelek caran di serdema qeyûman de çalakiyên me yên hunerî hatin qedexekirin. Ji bo stranên Kurdî ciwanên Kurd hatine kuştin. Li dijî vê yekê têkoşînek heye.”