Konseya Bajêr a Amedê biryar da ku “Meclîsa Ziman” ava bike. Armanc ew e ku xebatên ziman ên li bajêr bi awayekî hevrêztir, beşdariyê û domdar bêne meşandin.
Konseya Bajêr a Amedê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê civînek li dar xist. Di civînê de endamên Lijneya Rêvebir a Konseyê, akademîsyen, rêveberên saziyên ziman, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û mamosteyên ziman beşdarî civînê bûn.
Biryar hat girtin ku Meclîsa Ziman bê avakirin
Di encama civînê biryar hat girtin ku di nav Konseya Bajêr a Amedê de “Meclîsa Ziman” were damezrandin. Armanc ew e ku xebatên ziman ên li bajêr bi awayekî hevrêztir, bi beşdariyek xurt û domdar bên meşandin. Beşdaran li ser zimanê zikmakî, pirzimanî, mafên ziman û cihê ziman di jiyana civakî de nêrîn û pêşniyarên xwe kirin û nîqaş kirin.