Amed – Kovara wêne-roman a Bajar îro dest bi weşanê dike. Edîtorê kovarê Dogan Guzel da zanîn ku dê ev kovar ziman û xêzê bîne ba hev wiha got: “Daxwaza me ew e ku xwendina Kurdî û hunera xêzê di nav Kurdan de winda nebe.”
Kovara “Bajar” a ku dê di banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê were çapkirin, pirzimanî û xêzê di nava xwe de dihewîne. Kovar dê hêjmara xwe ya yekemîn bi ceribandina zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî dest bi weşanê bike. Heke hejmara Soranî rastî eleqeyeke mezin were dê çapkirina bi Soranî berdewam bike. Kovar dê mehê carekê wek dîjîtal were çapkirin.
Edîtorê kovarê Dogan Guzel têkildarî weşan, amadekarî û naveroka kovarê axivî.

‘Xebat ji bo hemû Kurdan e’
Dogan Guzel destnîşan kir ku kovar bi şêwaza wêne-roman a hunerî û kevnar dê were weşandin û derbarê mijarê de wiha axivî: “Ev huner li Ewropa û Amerîkayê hatiye pêşxistin û tê naskirin. Lê belê ev huner di nav me Kurdan de kêm e. Em dikarin vê yekê ji bo Kurdên li Rojava, Rojhilat û Başûr çêkin. Me hejmara ewil bi zaravayê Soranî jî derxist. Lê em ji ber aliyê xwe yê teknîkî nikarin bi zaravayê Soranî bidomînin ji ber ji aliyê teknîkî ve zehmet e. Lewma me hejmara ewil wekî mînak derxist. Heke xelkê me yê Soran li Başûr û Rojhilat bixwazin, em ê karibin tecrubeyên xwe bi wan re parve bikin. Ev yek bi taybetî ji bo xelkê Bakur pêwîst e. Ji ber xwendina Kurdî hîn jî zehmet e. Zimanê rojnameyan û ajansan ji bo wan giran e. Anku milet naxwaze bixwîne. Lê eger wêne û karîkatur habin, bi Kurdî be û tenê bi Kurdî bi dest bikeve, Tirkî nebe wê baştir bibe. Ji ber ku xwendina wê hêsantir e. Ew ê ji vir dest pê bikin.”
‘Em dixwazin bi xwendina Kurdî ev huner berbelav ’
Dogan Guzel diyar kir ku destpêkirina kovarê ya Kurdî ji bo zarokan ciheke taybet e û wiha got: “Heke dibistan tune bin, kreş û hwd. tune bin ku ji xwe kêm in, cihê destpêkirinê li gorî min divê ev der be. Me jî ev yek kir hêvî û armanc. Naxwe ji bo xwendinê fêdeya wêne-roman û karîkaturan gelek e. Em dixwazin ew kêmasiya ku me dîtiye, bi tiştekî wiha temam bikin. Ne ji sedî sed be jî, qet nebe bila dest pê bikin. Daxwaza me ew e ku bi xwendina Kurdî û ev huner di nav Kurdan de winda nebe. Helbet ev kar dem digire, ji ber ku ji bo destpêkê dem û ked pêwîst e. Niha destpêka xwendina Kurdî ji bo xelkê me ku dibêjin ‘akademîk e’ giran tê û gel ditirse ku dest bi xwendinê bike. Ev xebat dikare wê tirsê bişkîne. Anku dikare bibe sedem ku ew tirs ji holê rabe, da ku ev kovar rol û rista xwe temam bike. Ji ber ku bi wêne û çîrok e. Wisa xuya dike ku heke milet ji xwendinê netirse piçek şansê heye. Heger bibe dibistanek ji bo nivîskarên nû, ev ji bo me serkeftineke mezin e.”

‘Em li ser bisekinin, ez bawer im dê encameke baş derkeve’
Di dawiya axaftina xwe Dogan Guzel anî ziman ku ev dem ne wekî berê ye, medyaya dîjîtal gelek bandor li ser kovarên bi vî rengî kiriye û wiha pê de çû: “ Berê li cem Tirkan jî wêne-roman pir bûn, lê niha ew kovar jî kêm bûne. Ji ber ku medyaya dîjîtal û tiştên wiha cihê wan girtine. Di vî wextî de ev tişt kêm in. Heger ev çend wêne-roman û karîkatur jî tune bin, ew ê biqedin. Wêne-roman şansekî wisa ye, em li ser wê hinekî israr dikin. Ku bazar hebe, dibe ku mirovên nû wê bibînin, bixwazin vî karî bikin, werin û hîn bibin. Ji bo mirovên ku dixwazin vî karî bikin, derfet wê çêbibe, ev îhtîmalek e. Heke ciwanên bajêr vî karî bibinin, hîn bibin, bikin û ji me re bişînin êm ê bi vî awayî zêde bibin. Me nû dest pê kiriye, ji aliyê teknîkî ve pirsgirêkên me hene, naveroka me hê ne pir xurt e, dem lazim e. Hêdî hêdî wê baştir bibe, fikra me baş e. Ez bawer dikim ku ev pêngav wê bandroa xwe li ser xwendinê bike, destpêkek be û tirsê nexwendinê bişkîne. Lê tiştekî nû ye. Ez nizanim em ê çiqas pêş ve biçin, çiqas baş çêbikin û wê bi çi pirsgirêkên teknîkî re rubiru bimînin. Em ê van hemûyan di pêşerojê de bibînin. Lê piçek sebir hebe û em li ser bisekinin, ez bawer im ku dê encameke baş jê derkeve.”













