Enqere – Hevserokê ÎHDê yê Giştî Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku bi vêkişîna gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji Tirkiyeyê pêşî li provakasyonên ku “PKK çek bernade, vênakişe” jî girt û got: “Divê edî dewlet jî ji aliyê hiqûqî û siyasî ve gavan biaveje.”
Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê di 26ê Cotmehê de bi daxuyaniyeke dîrokî ragihand ku wan di çarçoveya biryarên 12emîn Kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ku biryara bi dawîkirina şerê çekdarî dabû dest bi vekişîna hêzên xwe kir. Daxuyaniya ku bi tevlibûna Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok, Fermandara Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) Vejîn Dersîm, Endamê Konseya Leşkerî ya HPGê Devrîm Palû û gerîlayên ji Tirkiyeyê vekişiyane hatine li Qendîlê hat dayin li cihanê jî deng vêda. Di daxuyaniyê de Sabrî Ok diyar kir ku ew di qonaxeke pir girîng da ne û divê edî xebatên qanûnî bên kirin.
Daxuyaniya dîrokî ya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Kurdistanê di rojeva cihanê de ye. Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Giştî Huseyîn Kuçukbalaban tekildarî vêkişîna gerilayên Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji Tirkiyeyê û pêwîstiyên hiqûqî û siyasî ku divê dewlet pêkbînê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Ji bo pêvajoyê gaveke mezin e’
Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku pêngava nû ya Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo pêvajoyê gaveke mezin e û wiha got: “Daxuyaniya duh ji bo pêvajoya çareseriyê daxuyaniyeke bi bandor bû. Pirsgirêka Kurd pirsgirêke sed salan e. 41 salên vê sed salê jî ew pirsgirêk bi çekan hat rojeva gel. Komara Tirkiyeyê her tim bi tunehesibandin û qirkirinê xwest çareser bike. Ev saleke ku pêvajoyek hatiye destpêkirin û tê xwestin ew pirsgirêk bi diyalogê bê çareser kirin. Beriya niha jî 2 caran PKKê hezên xwe ji Tirkiyeyê vêkişandibûn. Di sala 1999an de birêz Abdullah Ocalan bangek kir û got ‘divê pirsgirêk bi rêya diyalogê bê çareserkirin. Piştî wê bangê PKKê jî hezên xwe vêkişandin. Wê demê provakasyon çêbibûn û li dijî kesên vekişiyan êriş pêkhatin. Di sala 2013an de jî dîsa li ser banga birêz Abdullah Ocalan PKKê hezên xwe vêkişandibûn lê wê demê jî dîsa êriş pêkhat. Lê ew pêvajo negihişt encamê. Bi vê gava nû jî bandoreke mezin çêbû. Di raya giştî de jî provakasyonên ew çek bernadin an jî venakişin hebûn. Bi vê cara 3yan a vêkişîna PKKê pêşiya van provakasyonan jî girt.”
‘Divê dewlet jî gavan biavêje’
Di berdewama axaftina xwe de Huseyîn Kuçukbalaban bi lêv kir ku piştî vê gavê divê dewlet jî ji aliyê hiqûqî û siyasî ve gavan biavêje û ev tişt gotin: “Ji niha şûn ve divê êdî ji aliyê hiqûqî û siyasî vê gavan biavêje. Em weke Komaleya Mafê Mirovan vê gavê erênî dibînin û piştgiriyê didin. Divê bi mejiyekî nû ev pêvajo bê dest girtin ku gelê Kurd jî baweriyê bi pêvajoyê bîne. Birêz Abdullah Ocalan dixwaze pirsgirêkê bi rêya demokrasiyê çareser bike. Lê heta niha dewletê tu gav neavêtiye. Saleke tenê komîsyon ava bûye. Ji bilî wê tu gaveke şênber ji aliyê dewletê ve nehatiye avêtin.”
‘Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite’
Huseyîn Kuçukbalaban destnîşan kir ku gava yekem a divê bê avetin başkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan e û wiha pê dê çû: “Ji bo pêvajo bi awayekî serkeftî encam bigire divê birêz Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite û bikare ji hemû beşên civakê re hevdîtinan bike. Ji bo wê qanûn jî hewce nake. Jixwe biryara Komîteya Ewropayê heye û Tirkiye jî aligirê wê hevpeymanê ye. Divê li gorî wê biryarê tevbigere û mafê heviyê pêk bîne. Tirkiye 12 sal in bi hincetên cûr bi cûr biryarên dadgehê bi cih naîne. Her tim taloq dike. Di serî de divê ew gav bên avêtin. Her wiha ji bo vegera koma Aştî û Civaka Demokratîk ku çekên xwe şewitandibûn divê qanûnek bê derxistin û ew jî tev li siyaseta demokratîk bibin. Dibêjin bila PKK çekên xwe deyne lê ji bo wê divê qanûnan derbixîne. Her wiha ji bo girtiyên siyasî jî ku ji ber neçareserkirina pirsigrêka Kurd di girtîgehê de ne jî qanûnek bê çêkirin û bên berdan. Her wiha girtiyên nexweş jî divê demildest bên berdan.”
‘Divê hebûna Kurdan bi awayekî qanûnî bê naskirin’
Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku bi tenê van gavan jî pirsgirêka Kurd çareser nabe û axaftina xwe wiha domand: “Hebûna Kurdan ku bi sed salane tê tunehesibandin divê bi awayekî qanûnî bê mîsogerkirin. Her wiha pêşiya xebat û perwerdehiya zimanê Kurdî bê vekirin û li hemû qadên jiyanê gel bikare bikarbîne. Bi hezaran gund hatine şewitandin, bi sedan gorên komî hene û bi sedan kes bi awayekî ‘kiryarên wan ne diyar’ hatine qetilkirin. Divê li ser van jî xebat bên kirin. Astengiyên pêşiya van gavan yek betalkirina qanûna ‘Têkoşîna bi Terorê re’ ye. Qanûna terorê bandorê li ser demokratîkbûyin û azadiyê dike. Ji bo hemû saziyen sivîl, partiyên siyasî û çapemeniyê derbasdar e. Ew qanûn ji bo PKKê derket. PKKê jî xwe fesix kir. Ji bo wê ew qanûn divê bê rakirin. Pergala cerdevaniyê bê betalkirin. Her wiha ew tezkereya dawî ku li Meclisê hat erêkirin jî divê bê rakirin. Ji aliyê din vê pergala qeyiman bê rakirin û li şaredariyên qeyim tayinî wan kirine jî hevşaredar vegerin ser karê xwe.”
‘Heta niha me çavderiya şer kiribû lê niha şûn ve em dixwazin çavderiya aştiyê bikin’
Di dawiya axaftina xwe de Huseyîn Kuçubalaban anî ziman ku weke ÎHDê ew jî dê ji bo serkeftina pêvajoyê xebatên xwe bidomînê û axaftina xwe wiha qedand: “Weke komele em nezî 40 sal in aştiyê diparêzin û daxwaza bi rêya demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd dikin. Bi destpêkirina pêvajoyê me gelek civîn li dar xistin û ji bo serkeftina pêvajoyê di nava xebatan de ne. Raporek jî ji komîsyonê re pêşkeş kir. Heta niha me çavderiya şer kiribû lê em dixwazin ji niha şûn ve çavderiya aştiyê bikin. Ji bo çareseriyê çi bikeve ser milê me em amade ne. Daxwaza me ya ji saziyên sivîl, saziyên hiqûqê û mafê mirovan re jî ew e ku di nava hevkariyê de bin û ji bo aştiyê bi hev re bixebitin. Ji bo wê jî xebatên me hene. Em dixwazin di nava her dû aliyan de bibin çavê sêyemîn û bi rexne û pêşniyarên xwe piştgiriya pêvajoyê bikin.”












