Bi 11mîn pakêta darazê re bi hezaran girtiyên edlî hatin berdan. Girtiyê edlî Okay Gur çawa ku hat berdan li navçeya Sûrê ya Amedê Rojda Yakişikli kuşt. Lê li aliyê din girtiyên siyasî tevî ku cezayên wan diqetin jî bi hinceta “poşman nebûye” nayên berdan.
Girtiyên edlî bi pakêtên darazê serbest têne berdan. Serdema AKPê de 11 pakêtên darazê li meclisê hatin erêkirin. Bi van pakêtên darazê herî zêde girtiyên edlî yên kujer û tiryakê dikişînin serbest têne berdan.
Lê girtiyên siyasî û nexweş nayên berdan. Li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi sedan girtiyên nexweş ên siyasî hene, tevî nexeşiyên wan dijwar in jî nayên berdan. Dîsa gelek girtî hene tevî ku cezayên xwe yên 30 salî temam kirine jî ji ber biryarên Lîjneyên Çavdêriyê û Îdareyan ên girtîgehan nayên berdan. Hin girtî berdana wan salek, du sal û sê sal in hatine dirêjkirin.
Girtiyên siyasî tevî cezayên wan diqedin jî nayên berdan
Yek ji van girtiyan jî Serdar Şitiliay e ku 2 sal û 7 meh in cezayê wî taloqkirin û nayê berdan. Dîsa girtiyê bi navê H. Hasan Durak, li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê tê ragirtin û tehliyeya wî ji bo 15 mehan hatiye taloqkirin.
Girtiyê siyasî Ayhan Bayar zêdetirî 30 sal in girtî ye. Tevî cezayê lê hatiye birîn xelas bûye jî nayê berdan. Cezayê li Bayar hatiye birîn 12 mehin xelas bûye lê nayê berdan. Lijneya Çavdêriyê ya Rêveberiya girtigeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê bi hincetên “Poşman nebûye”, “Rewşa wî li gorî derve baş nîne” û “Di meha Îlonê de rojekê cezayê hucreyê dabûn” berdana Abdulmecît Yuksekbag cara 5emîn ji bo 6 mehan taloq kir.
Bi dehan girtiyên siyasî li gel ku cezayê wan qediyane jî nayên berdan. Dîsa bi sedan girtiyên nexweş li gel raporên “Nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne” jî bi hinceta dê zerarê bide civakê” nayên berdan. Lê tê dîtin ku girtiyên edlî yên serbest têne berdan, çawa ku derdikevin derve mirovan dikujin.
Girtiyên edlî ji girtîgehê derdikevin jinan qetil dikin
Di 24ê Kanûnê de 11emîn Pakêta Darazê ya ku girtiyên siyasî tê de cih negirt, bi dengên AKP û MHP’ê hat qebûlkirin. Dê bi deh hezaran girtiyên edlî ku tev li sûcê kuştin, tacîz, tecawiz û tiryakê bûne serbest bêne berdan. Ji niha de xeteriya berdana girtiyên edlî ya li ser civakê xwe da der.
Okay Gur ku bi Pakêta Darazê ya 11emîn li Amed hate berdan, di 27ê Kanûnê de li navçeya Sûrê ya Amedê Rojda Yakişikli kuşt.
Salih Aybas ê ku 2 sal berê Nermin Tirit birîndar kir û hat girtin, piştî bi destûr ji girtîgehe derket, di 3ê Mijdara 2025an de Nermîn Tîrît ku berê birîndar kiribû vê carê kuşt.
Salek berêdi 10ê mijdara 2024a de li navçeya Gebze ya Kocaeliyê Yakup Sogutçu ku ji tiryakê hatibû girtin, piştî bi destûrê hat berdan, hevjîna xwe Esma Sogutçu kuşt.
Ev mînakên jor nîşan didin ku girtiyên edlî ji ber sûcê kirine hatine girtin, dema têne berdan dîsa sûcê kuştinê berdewam dikin.








