Li Nisêbînê duh 2 xwişkên hev ji aliyê kesê bi navê Muhyedîn Baglan ve hatibûn kuştin û hate hînbûn ku kujer reviyaye başûrê Kurdistanê.
Li taxa 8ê Adarê ya navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê şevê din xwişkên bi navê Sumeyye Khaled Abira (41) û Suheyla Ozdaş ji aliyê kesê bi navê Muhyedîn Baglan ve hatibûn kuştin.
Piştî buyerê derbarê Muhyedîn Baglan de biryara girtinê hatibû dayîn lê li gel hemû hewldanan tu agahî ji Muhyedîn Baglan nehatibû wergirtin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyan hatine wergirtin Muhyedîn Baglan ji gundê Sivikê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê ye û şevê din piştî bûyerê bi ser Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbasî başûrê Kurdistanê bûye.
Ji aliyê din ve otopsiya xwişkên hev Sumeyye Khaled Abira (41) û Suheyla Ozdaş ku li Mêrdînê pêk dihat bi dawî bûne. Cenazeyên her du xwişkan ji bo definkirinê dê sibe derbasî başûrê Kurdistanê werin kirin û ji wir jî dê bişînin rojavayê Kurdistanê.













