• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

    Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

    Şaredariya Amedê beriya cejnê alîkariya 13 hezar û 472 malbatan kir

    Şaredariya Amedê beriya cejnê alîkariya 13 hezar û 472 malbatan kir

    Îtîraza CHPê ya ji bo rakirina biryara ‘Betalkirina Teqez’ hate redkirin

    Piştî biryara ‘Betalkirina teqez’ operasyon: Herî kêm 13 kes hatin binçavkirin

    Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê  Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 23yê GULANA 2026an

    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

    Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

    Şaredariya Amedê beriya cejnê alîkariya 13 hezar û 472 malbatan kir

    Şaredariya Amedê beriya cejnê alîkariya 13 hezar û 472 malbatan kir

    Îtîraza CHPê ya ji bo rakirina biryara ‘Betalkirina Teqez’ hate redkirin

    Piştî biryara ‘Betalkirina teqez’ operasyon: Herî kêm 13 kes hatin binçavkirin

    Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê  Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 23yê GULANA 2026an

    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îlham Ehmed: Entegrasyona li Sûriyeyê dê bandorê li welatên cîran, bi taybetî Tirkiyeyê bike

Navenda Nûçeyan / AW

15 SIBAT 2026 - 23:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed diyar kir ku mijara entegrasyonê di rojeva hemû welatan de ye û pêvajoyek entegrasyonê ya rast li Sûriyeyê dê bandorên erênî li ser welatên cîran, bi taybetî Tirkiyeyê bike.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed a ku beşdarî 62emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ku li Almanyayê hat lidarxistin bû, di bernameyek taybet a Jin TV de pirsên rojnameger Aysel Avesta yên li ser mijarên rojane bersivand. Îlham Ehmed diyar kir ku ew wekî şandeyek ji Rojava li ser vexwendinê beşdarî konferansê bûne û got, “Ev cara yekem e ku em beşdarî vê konferansê dibin. HSD jî di konferansê de amade bû. Wateyeke vê yekê heye. Têkoşîna azadiya Kurd bi salan rastî êrîşan û înkarkirinê hatiye û temsîliyeta wê di vê civînê de watedar e. Ji bo parastina nirxên me, şoreşê û mafên Kurdan û parastina destkeftiyên heta niha di Sûriyeyeke demokratîk de bên parastin,hewce bû ku em werin cem hev û danûstandinan bikin hebû. Hilweşîna rejîma kevin û avakirina rejîma nû di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê de guhertinek çênekir. Her kes ji bo aramiya Sûriyeyê hat cem hev, lê ew aramiya dihat xwestin nehat bidestxistin. Bi beşdarbûna vê konferansê re em di ji nû ve avakirina Sûriyeyê de jî hene û şirîkê Sûriyeyeke nû ne. Di her civîna ku me li dar xist de, me derbarê parastin û mafên Kurdan de hişyarî da.”

Îlham Ehmed nêrîna Tirkiyeyê li ser beşdarbûna şandeya Rojava ya ji bo konferansê nirxand û got, “Heta niha nêzîkatiyek wan a neyînî tune bû. Ev yek me kêfxweş kir. Em bi Tirkiyeyê re cîran in. Bi salan e pirsgirêkên cidî hene. Ji ber îro helwestek wan a neyînî çênebû me kêfxweş dike. Rayedarên Tirkiyeyê di konferansê de hebûn, bi taybetî jî MÎT. Mijara entegrasyonê di rojeva konferansê de bû. Ji bo ku entegrasyon serkeftî be, pirs û nîqaşên yekem her gav li ser entegrasyonê bûn. Em bi hin welatan re nîqaşan dikin. Hemû dewlet vê entegrasyonê dişopînin. Ger ew çêbibe, ew ê bandorek erênî li ser welatên cîran bike. Bi taybetî ew ê bandorê li Tirkiyeyê û pêvajoya li wir bike. Gelek welat pêşketinên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin.”

Dorpêça li ser Kobanê

Îlham Ehmed têkildarî pirsa tevî ku peymana di navbera HSD û Şamê de heye jî dorpêçkirina Kobanê hîn didome de wiha axivî: “Me li vir bi şandeya Şamê re jî hevdîtin kirin. Me ev mijar anîn ziman. Entegrasyon hîn bi tevahî nehatiye bicîhanîn. Hîn jî hin xal hene ku werin çareserkirin. Me hem li ser wan xalan û hem jî li ser dorpêçkirina li ser Kobanê nîqaş kir. Divê ev dorpêçkirin demildest bi dawî bibe. Di entegrasyonaAsayîşê de hin pirsgirêk hene. Ev normal e; dibe ku carna hin pirsgirêk derkevin holê. Ya girîng ew e ku rêyên diyalogê vekirî bimînin. Di peymanû de xalên pêwîst hene. Dibe ku di bicîhanîna wan de hin astengî çêbibin, lê ev dikarin bi nîqaşê werin derbaskirin. Ji bo ku dorpêç bi dawî bibe, divê artêşa Sûriyeyê ji eniyan vekişe. Ev pêvajo li Kobanê giran dimeşe. Ez bawer dikim ku piştî van hevdîtinan, ev pirsgirêk jî dê werin çareserkirin.”

Sûriyeya nû

Îlham Ehmed behsa rewşa bajarên wekî Efrîn û Serêkaniyê yên di bin kontrola Tirkiye û hêzên paramîlîter ên ku piştgiriya wan dike, kir û got, “Li ser vê yekê hin nîqaş hene. Ji bo her kes bikaribe vegere mal û erdên xwe, divê komîteyek were avakirin. Divê ewlehiya her kesê ku vedigere malên xwe were misogerkirin. Divê ev yek pêk were ku mirov bikaribin vegerin malên xwe.”

Îlham Ehmed li ser sîstema ku piştî entegrasyonê derdikeve holê jî rawestiya û wiha domand: “Em hîn jî li hin qada li formulan digerin. Di sazî û rêxistinên asta jêrîn de gelek guhertin çênabin, lê nîqaşên li ser ka saziyên asta jorîn çawa werin avakirin hîn jî berdewam dikin. Wê YPJ bi kîjan rengî di nava pergalê de cih bigire wêdetir, ya girîng parastina jinan e. YPJ niha xwe di nav tûgayan de birêxistin dike. Hin nêrîn pêşniyar dikin ku divê ew tevlî hêzên ewlehiya hundirîn de bin. Nêrînên cûda hene. Ya girîng ew e ku jin beşdarî parastinê bibin û hebin. Li bajarên ku Kurd lê dijîn gelek sazî û rêxistin hene. Di peymanê de xalên derbarê berdewamkirina xebata van saziyan hene. Piştî tayînkirina Waliyê Hesekê, pêvajoya fermîkirina van sazî û rêxistinên heyî jî dest pê kiriye.”

Mafê perwerdehiya Kurdî

Îlham Ehmed behsa xebata derbarê perwerdehiya zimanê Kurdî ya li Rojava jî kir û got, “Di biryarnameyekê dê hefteyê du saetan wekî dersa bijarte were dayîn cih digire. Me di civîna ya bi Şara re de jî anî ziman. Me diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî ye, û divê her kes bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne. Me got ku ne mimkûn e ku xwendekarek ku ewqas sal in bi zimanê Kurdî perwerdehiyê dibîne, ji nişkê ve bi Erebî perwerdehiyê bibîne. Ev mafek e. Wan jî got ku ji bo ev mijar çêtir were fêmkirin divê covînek were lidarxistin. Me ev yek ji şandeya ku me di konferansê de pê re hevdîtin kir re ragihand. Divê du şande werin avakirin da ku li ser vê mijarê nîqaş bikin.

Îlham Ehmed behsa êrîşên li ser Paradîgmaya Neteweya Demokratîk kir û wiha pê de çû: “Di xebitandina Paradîgmaya Neteweya Demokratîk de hin pirsgirêk hene, lê em nikarin bibêjin ku ev pergal tenê ji ber ku ev pirsgirêk çêbûne xelet e. Hin kes dema rexne dikin bi hestyarî nêzî wê dibin. Gelek kes ji bo vê pergalê şehîd bûn. Ji bo pêşerojek azad a zarokan şehîd bûn. Ne rast e ku meriv bibêje ku ji binî ve xelet e. Başûrê Kurdistanê di qonaxek wisa re derbas bû. Carinan ev tişt diqewimin. Ne rast e ku her tiştê ku hatiye kirin di carekê de were jêbirin. Divê ji vê yekê ders werin derxistin. Hin şaşî hene ku divê werin dîtin û sererastkirin. Bi salan e hewl tê dayîn ku di navbera Kurd û Ereban de şer were derxistin. Di vê nuqteyê de Kurd xwe ji her kesî qut bike tê wateya kuştina xwe. Ji ber vê yekê, êrîşên li dijî Neteweya Demokratîk divê dmeildest bi dawî bibin.”

‘Divê jin têkoşînê mezin bikin’

Îlham Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Derfetên nû ji bo jinan derdikevin holê. Sîstem diguhere, pergalên nû têne afirandin. Di van pergalên nû de derfetên nû derdikevin holê. Ev derfet ji bo jinan in. Ger jin ne rêxistinkirî bin, ev hemû derfet dê winda bibin. Vê carê, ew ê hîn bêtir paşde bimînin. Di vê nuqteyê de, jin hewce ne ku dengê xwe bilindtir bikin. Ne tenê jinên Kurd, divê hemû jin dengê xwe bilindtir bikin. Piştgiriya Rojava tê wateya piştgiriya hemû jinan. Jin hewce ne ku di vê nuqteyê de têkoşînê mezin bikin.”

Etîket: İlham AhmedJinJIN TVRojavaYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

21 GULAN 2026
Nextgen Kurdî li ser ‘Jin û Werzîşê’ forûmek li dar xist

Nextgen Kurdî li ser ‘Jin û Werzîşê’ forûmek li dar xist

19 GULAN 2026
Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

12 GULAN 2026
HDKê konsera ‘Gel bi hev re ne’ li dar xist

HDKê konsera ‘Gel bi hev re ne’ li dar xist

11 GULAN 2026
Jin bi boneya Cejna Zimanê Kurdî hatin ba hev

Jin bi boneya Cejna Zimanê Kurdî hatin ba hev

10 GULAN 2026
Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

10 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye-1: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê  Zeydan û Ondîl: Divê komîsyonên çareseriyê bên avakirin

    Dosye-1: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Zeydan û Ondîl: Divê komîsyonên çareseriyê bên avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Mehmet Dogan mewlûd hat dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rotînda Yetkîner: Erka pêşîn a hunermend parastina ziman û nirxên civakê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Cizîrê bîstanê komuna jinan û li Kerboranê Mala Tendûrê hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Hezroyê bernameya dengbêjî û helbestan hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Demokratîkbûn berpirsyariyeke hevpar a tevahiya civakê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çanda Kurdî bandorê li geştiyarên Ewropî dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 23yê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Beriya konferansê hiqûqnasên Kurd bang kirin: Divê bilez statuya birêz Ocalan bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (601)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne