• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komên giredayî Tirkiyeyê li Efrînê talanê dikin

    Komên giredayî Tirkiyeyê li Efrînê talanê dikin

    Tirkî 101 sal in li pêş 34 zimanan asteng e

    Tirkî 101 sal in li pêş 34 zimanan asteng e

    ROJEVA 07ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 07ê ÎLONA 2025an

    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komên giredayî Tirkiyeyê li Efrînê talanê dikin

    Komên giredayî Tirkiyeyê li Efrînê talanê dikin

    Tirkî 101 sal in li pêş 34 zimanan asteng e

    Tirkî 101 sal in li pêş 34 zimanan asteng e

    ROJEVA 07ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 07ê ÎLONA 2025an

    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tirkî 101 sal in li pêş 34 zimanan asteng e

Mehmet Alî Ertaş /AW

7 ÎLON 2025 - 08:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Tirkiyeyê 35 ziman hene. Lê tenê bi Tirkî li dibistanan perwerdehî tê dayîn. Di serdema hîndekarî û perwerdehiya 2025-2026an de 34 ziman dê dîsa di bin siya zimanê tirkî de bên fetisandin.
Dewlet 101 sal in bi zagon û planên cuda hemû zimanên li Tirkiyeyê qedexe dike û Tirkî li ser 34 zimanên din ferz dike.

Serdema perwerdehî û hîndekariyê ya 2025-2026an di 8ê îlonê de dest pê dike. Dê dîsa bi milyonan zarokên Kurdan mecbûrî bi zimanê Tirkî perwerde bibin. Li gel hemû daxwazan, zagonên Tirkiye li pêşiya mafê perwerdehiya zimanê zikmakî dibe asteng.

Li gorî anketa Şîrketa Lêkolîna Aboriyê ya Stenbolê ku di 15ê Mijdara 2024an de hat parvekirin, li Tirkiyeyê ji sedî 17ê nifûsê Kurd in. Li gorî reqaman nêzî 14-15 milyon Kurd li Tirkiyeyê dijîn. Nêzî 450 hezar Çerkes û 350 hezar jî Ereb hene. Lê li gel 15 milyon Kurd hene dîsa Kurd nikarin ji mafê perwerdehiya zimanê zikmakî sûdê bigirin.

Li gorî xala 26an a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan bêyî ku cudahiya ziman, bawarî, nasname, zayend û rengê mirovan bê kirin, hemû mirov xwedî mafê perwerdehiya wekhev in.

Li gorî xala gerdûnî ya Azadiya Perwerdehiyê, daxwaz û biryara dayik û bavan a hilbijartina cure û zimanê perwerdehiyê ya ji bo zarokan esas e.

101 sal in bi zagonan ziman asteng dikin

Piştî Zagona Tevhid-i Tedrisat (1924), hemû saziyên perwerdehiyê xistin venêrtina dewletê û hemû medreseyên ku bi zimanên cuda perwerde didan girtin. Medreseyên ku ji bo ziman xizmeta Kurdan dikirin hatin girtin.

Piştî Plana Islaqata Şerqê (1925), kurdî di saziyên cemaweriyê de hate qedexekirin.

Bi Teza Dîroka Tirk û Teoriya Ziman a Guneş (Rojê) (1930) hat îdîakirin ku hemû ziman koka xwe ji Tirkî digirin û hemû ziman hatin înkarkirin.

Bi vekirina Dibistanên Leylî (YÎBO) (1960) zarokên Kurdan ji zimanê zikmakî dûrxistin û zarokên Kurdan li van dibistanan di aşê bişaftinê re derbas kirin.

Bi Destûra Bingehîn a 1982an gelek zagon guhertin û perwerdehiya zimanê kurdî qedexe kir. Bi guhertina zagonan, perwerdehiya zimanê Tirkî li ser hemû zimanan ferz kir.

Her çendî di salên 1990 û 2000an de  hin reform pêş xistin û hin qedexeyên li ser Kurdî rakirin jî lê dîsa Kurdan nekaribû bi zimanê zikmakî li dibistanan perwerde bibin. Li aliyekî bi kurdî TRT 6 dest bi weşanê kir, lê li aliyê din li xwendekarên zanîngehê yên daxwaza zimanê Kurdî kirin ceza li wan birîn.

Di pêvajoya  Çareseriya Demokratîk de (2013), li hin zanîngehên wekî Artûklu, Çewlîk, Mûş, Colemêrg û hin zanîngehên din beşên Kurdî hatin vekirin. Lê dîsa dibistan hatin mohrkirin û qedexeyên li ser ziman berdewam kir.

Zagon dibin asteng

Xala 42an a Destûra Bingehîn diyar dike ku divê tu kes ji mafê perwerdehiyê bêpar nemîne. Dibistana sereteyî ji bo zarokên keç û kur mecbûrî ye. Lê di benda dawî de dibêje ’Ji xeynî tirkî bi tu zimanên din di saziyên perwerdehiyê de nayê bikaranîn.’ Û li pêş zimanê zikmakî dibe asteng.

Li gorî xala 10 û 13an a destûra bingehîn hemû welatî di mafê perwerdehiyê de li pêşberî zagonê xwedî mafê wekhev e.

Lêkolîn çi dibêjin?

Dîrektorê Hewldana Reforma Perwerdehiyê (ERG) Prof. Dr.Ustun Erguder, di lêkolîna xwe de dibêje; feraseta perwerdehiya ku welatiyê azad, xweser, hurmetê ji mafan re digire, di civaka demokratîk de çalak cih digire, bi mafê perwerdehiya gerdûnî pêkan e. ERG, di perwerdehiyê de pîvanên Belgeyên Gerdûnî yên Mafên Mirovan esas digire û dixwaze Tirkiye zagonên xwe nû bike.  

Ji sedî 97.9 zimanê kurdî dixwazin

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê di tebaxa 2025an de li 23 bajaran anketa li ser zimanê dayikê amade kir. Di anketê de, ji sedî 97,9ê beşdaran xwest di hemû qedemeyên dibistanên Tirkiyeyê de zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

34 ziman di siya tirkî de difetisin

Li Tirkiyeyê 35 ziman hene. Tenê bi tirkî perwerdehî tê dayîn. Ji xeynî tirkî perwerdehî li 34 zimanan hatine qedexekirin. Yên ku doza mafê perwerdehiya zimanê zikmakî kirine jî hatine cezakirin. Lê Kurd sal bi sal bêtir doza mafê perwerdehiya ziman dikin.

Rêxistina Çand û Perwerdehiya Neteweyên Yekbûyî UNESCO, 21ê Sibatê wekî roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir. Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê êdî vegeriya ye roja serhildan û daxwaza neteweye û civakên cîhanê. Li gorî daneyên UNESCO’yê di cîhanê de 6 hezar ziman tên axaftin. Di nava 6 hezar zimanan de tenê 300 ziman fermî ne. Li gorî zimanzan, dîroknasan, ji ber sedemên civakî, aborî, siyasî û çandî bi sedan ziman winda bûn û bi sedan ziman li hemberî windabûnê ne. Li Tirkiyeyê jî ji bilî Tirkî 34 ziman tên axaftin. Lê di nava 35 zimanan de tenê Tirkî fermî ye. Di nava 35 zimanan de jê 18 ziman bi tunebûnê re rû bi rûne. Di salên dawî de zimanên yunaniya Ubihçî û Kapadokyayî di nava van zimanên li ber windahiyê dene. Dîsa Hemşînî jî ji aliyê UNESCO’ ve di nava zimanê pêşeroja wan talûke de cih girt.

Zêdeyî sed sal in kurd nikarin zarokên xwe bi zimanê Kurdî perwerde bikin. Hikûmeta Tirkiyeyê her dem astengiyan derdixîne pêşberî mafê perwerdehîyê kurdî. Bi dehan sal in Tirkî li ser zarokên Kurdan ferz dikin û zarokên Kurdan neçar in bi zimanê Tirkî perwerde bibin.

Komara Tirkîyê di pirsa mafê zimanê Kurdî de heta niha tu gavên mayînde û bingehîn ne avêtine û gel mijûl dike. Di 2024an de li dijî  çand, ziman, nasnameya Kurdan gelek êrîş pêk anîn. Bi sedan komele û sazîyên ziman hatin qedexekirin.

Ji xeynî tirkî hemû ziman qedexe ne

Di sala 2022an de Ethnologue li ser rewşa zimanên li Tirkiyeyê lêkolîn kir. Di lêkolîna Ethnologue de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê 85 milyon mirov dijî û 23 zimanên ku herî kêm 50 hezar mirovên pê diaxivin hene. Ethnologue di lêkolînê de destnîşan kir ku piştî zimanê zirkî zimanê ku herî zêde mirov pê diaxive kurdî ye û ev agahî parve kirin: “Nêzî  10,5 milyon mirov bi kurdî diaxivin. 4.2 milyon mirov bi erebî di axivin.”

Ethnologue balê dikişîne ser xala 42an a Destûra Bingehîn ku dibêje “Divê tu kes ji mafê hîndekarî û perwerdehiyê neyê qutkirin” û nakokiya destûrê ya “Ji xeynî tirkî bi tu zimanê din hîndekarî û perwerdehî nayê dîtin” bi bîr dixe.

Tenê 18 mamoste tayîn kirin

Wezareta Perwerdehiyê ya Mîllî (MEB) di îlona 2014an de ji bo 40 hezar xwendekarên zanîngehê tenê 18 mamoste tayîn kir. Wezaretê ji bo 40 hezar xwendekarên ku li zanîngehên Artuklu, Çewlîg, Mûş, 100.Yil, Dîcle bi zimanên li Tirkiyeyê dijîn bixwînin tenê 18 mamoste tayîn kirine.

Hewldanên Kurdan û astengiyên dewletê

Di cotmeha 2012an de di pêşengiya KURDÎ-DERê de li navçeya Rezan, Cizîr û Geverê, dibistanên seretayî yên bi zimanê kurdî hatin vekirin. Lê piştî ku dibistan vebûn, bi demeke kurd bi fermana Walîtiyên bajaran deriyên dibistanan hatin mohrkirin. Li dijî mohrkirinê malbatên xwendekaran li pêş dibistanan dest bi girtina nobetê kirin. Li dijî mohkirin û êrîşa li ser malbatan, gelê kurd li gelek navendan bi girseyî daketin qadan û çalakiyên girseyî pêk anîn.

Wê salê wezîrê Karên Hundir Efkan Ala ji bo dibistanên kurdî gotibû “Eger şert û merc bên bicihanîn, dibistanên kurdî dikarin bên vekirin” Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag jî gotibû “Yên dixwazin dibistanan vekin em amade ne ku destûr bidin.

Piştî daxuyaniyên Wezîr Efkan Ala û Bekîr Bozdag şandeya ku ji rêveberên KURDÎ-DERê û saziyên civakî pêk dihat serî li Walîtiya Amedê dan. Lê walîtiyê jî bersîva “Di rêziknameya KURDî-DERê de vekirina dibistanên kurdî serbes e. Lê ji ber dereng serlêdan dereng kirine nikarin serlêdanê qebûl bikin û wê salê destûr nedan.

432 xwendekar xwestin ceza kirin

800 xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê di 2002an de bi daxwaza “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” daxwazname dan rektoriya zanîngehê. Piştî xwendekaran daxwazname dan nêzî 500 xwendekar hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinê 13 xwendekar hatin girtin û yên din jî hatin berdan. Piştî lêpirsînê dadgehê li 432 xwendekarên zanîngehê ceza birî. Rektoriya zanîngehê jî piştî ceza 24 xwendekar ji zanîngehê dûr xist. Zanîngehê 21 xwendekar 6 mehan û 387 xwendekar jî hefteyekê ji zanîngehê dûr xist. Ji ber xwendekar ji zanîngehê hatin dûrxistin salek zanîngeh dirêj kirin.

84 xwendekarên zanîngehê girtin

Di 2002an de zêdeyî 10 hezar xwendekarên zanîngehan ji bo mafê perwerdehiya zimanê zikmakî li 7 zanîngehên Tirkiyeyê daxwazname dan rektoriya zanîngehan. Ji wan xwendekaran 84 xwendekar hatin girtin. Di nava wan de 39 xwendekar ji zanîngehan hatin avêtin û 504 xwendekar jî ji bo demekê hatin dûrxistin. Li aliyê din bûrsên 44 xwendekaran jî qut kirin. Wê demê li Zanîngeha Stenbolê 30 xwendekar ji zanîngehê hatin avêtin û 38 xwendekar hatin dûrxistin. Li Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê 9 xwendekar hatin avêtin û 277 xwendekar hatin dûrxistin. Li Zanîngeha Afyonê 49 xwendekar hatin dûrxistin. Li Zanîngeha Akdenîzê bûrsên 44 xwendekaran hatin qutkirin. Li Zanîngeha 100. Yilê ya Wanê 13 xwendekar hatin girtin û 21 xwendekar hatin dûrxistin. Li Zanîngeha Anadoluyê jî 107 xwendekar hatin dûrxistin. Li Zanîngeha Marmarayê jî 7 xwendekar hatin dûrxistin.

1 milyon û 100 hezar îmze dan meclisê

Parlamenterên Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP), di sibata 2011an de piştî kampanya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 1 milyon û 100 hezar îmze kom kirin û pêşkêşî Meclisa Tirkiyeyê kirin.

KURDî-DERê bi sed hezaran îmze kom kir

Di pêşengiya KURDÎ-DERê de di îlona 2013an de li Wanê 16 hezar îmze dan Midûrê Perwerdehiya Bajarê. Li Sêrtê 800 îmze dan Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê. Li Colemêrgê 10 hezar îmze dan Midûriyeta Perwerdehiyê. Li Stenbolê 30 hezar îmze dan. Li navçeya Cizîr ya Şirnexê KURDÎ-DERê 20 hezar û 250 daxwazname kom kirin û şandin ji Wezareta Perwerdeya Netewî re.

Di pêşengiya saziyên ziman de her sal bi hezaran kurd dadikevin qadan û bi daxuyaniyan daxwaza perwerdehiya zimanê zikmaki dikin, lê hikûmet ji bo daxwazên kurdan ker, kor û lal e. 101 sal in zimanê Tirkî li ser 34 zimanên din serdestiyê dike û bi awayekî fîîlî dibe kujerê zimanan.

Etîket: Kurdîperwerdehîqedexetirkîzagonziman
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Mîkaîl Bulbul: Divê ji bo Kurdî li defa hewarê bê xistin

Mîkaîl Bulbul: Divê ji bo Kurdî li defa hewarê bê xistin

7 ÎLON 2025
komeleya Avesta-Îzmîr

Komeleya Avesta: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî

5 ÎLON 2025
Xelkê Amedê rojane bi kîjan zimanî diaxive?

Xelkê Amedê rojane bi kîjan zimanî diaxive?

4 ÎLON 2025
Li bajarên Kurdistanê bernameyên bişaftinê 

Li bajarên Kurdistanê bernameyên bişaftinê 

31 TEBAX 2025
Serokên baroyan: Divê mafê ziman û nasnameya kurdan bê misogerkirin

Serokên baroyan: Divê mafê ziman û nasnameya kurdan bê misogerkirin

27 TEBAX 2025
Li Pirsûsê meşa jinan

Li Pirsûsê meşa jinan

24 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (116)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne