Navenda Nûçeyan – Endamê NLSRê Kurdyar Direhî diyar kir ku piştî sedsaliya hevpeymana Lozanê, Rojhilata Navîn ji nû ve tê guherandin û got: “Di Rojhilata Navîn a nû de rola Kurdan jî sereke ye. Divê em yekitiya xwe ava bikin û mohra xwe li vê sedsale bixînin.”
Êrişên Tirkiye û komên paramîlîter ên giredayî wê li ser Bendava Tişrînê berdewam dikin. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Yekîneyên Parastina Gel (YGP) û Hezên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî êrişan parastina bendavê dikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tevî êrişan jî ji 8ê Çileyê vir ve, nobeda xwe li ser bendavê didomînin. Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî jî ji bo pirsgirêkên Suriyeyê bi rêya diyalogê bên çareserkirin û êrişên Tirkiyeyê li herêmê rawestin bang li bi rêveberiya nû ya Şamê HTŞê kir û vexwand Qamişloyê. Piştî banga Mazlûm Ebdî, Tirkiye jî li dijî vê bangê nerazîbûna xwe nîşan da û di navbera SMO ku giredayî Tirkiyeyê û HTŞê de pêvçûn çêbûn. Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NLSR) Kurdyar Direhî, tekildarî geşedanên li herêmê û êrişên li ser Bendava Tişrînê ji Ajansa Welat re axivî.
‘Tirkiye dixwaze DAIŞê zindî bike’
Kurdyar Direhi bi lêv kir ku Tirkiye û komên paramîlîter ên giredayî wê di êrişan de bi serneketinê û wiha got: “Piştî hilweşîna rejîma Baasê, dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê bi armanca tunekirina destkêftiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dest bi êrişan kir. Di destpêke de ji aliyê Şehba, Tilrifat û Minbîçê kir. Wê demê bi alikariya ABDê di navbera HSDê û Tirkiyeyê de hevpeymanek hat çêkirin. Lê armanca Tirkiyeyê ne agirbes bû û piştî hevpeymanê êrişî bendava Tişrînê kir. Ew dixwazin bendava Tişrînê derbas bikin û Kobanê dorpêç bike. Kobanê sembola têkbirina DAIŞê ye. Tirkiyeyê jî di sala 2014an vir de dixwaza vîna Kurdan li Kobanê bişkînê. Ji ber wê jî tevî li Suriyeyê şer rawestiyayê jî li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê şer berdewam dike. Tirkiye dixwazê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi tevahî dagir bike. Ew 2 mehin şerek bê navber li ser bendava Tişrînê hene. Şervanên HSDê şerekî dîrokî dimeşînin. Çawa ku di dîrokê de qala Stalîngard a hezên Komara Yekitiya Sosyalîst a Suvyetan (SSCB) arteşa Elmanyayê têkbir niha jî bendava Tişrînê jî weke Stalîngard e. Şer li bendava Tişrînê ranawestin. Gel jî rojanê li bendava Tişrînê nobede digrin û piştgiriya şervanan dike. Tirkiye dixwazê li Suriyeyê di navbera Kurd û Ereban de tevliheviyeke derbixîne û DAIŞê ji nû vê zindî bike. Heta roja îro Tirkiye di êrişên xwe de bi serneketiyê û wê bi sernekeve.”
‘Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê nakokiyan derxîne’
Kurdyar Direhî bal kişand ser banga Mazlûm Ebdî ya vexwendina HTŞê li Qamişloyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di navbera HSDê û HTŞê de dan û standin hene. Lê Tirkiye di Suriyeyê de nakokiyan derdixîne. Dewletên Ewropa jî naxwazin Suriye veguherê devereke terorê. Ew jî dibînin ku ya mîsogeriya vê yekê bike Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê. Ji ber wê jî Fransayê daxuyanî da û got divê mafê Kurdan bê naskirin. Rêveberiya Xweser di dema rejîma Baas de jî hertim qala dan û standin û dîaloge dikir. Di van dawî de li ser pirsgirêkên herême û pêşerojê civînek jî di navbera HTŞ, Rêveberiya Xweser û MSDê de çêbû. Tirkiye jî dixwazê di navbera xwe, HTŞê û Iraqê de dixwazê hevpeymaneke çêbike û zindanên DAIŞê di destê Rêveberiya Xweser de derxînê û ji Amerîkayê re jî bêje edî hewcedariya te li herême nîne û tu dikarê vêkişe. Lê di vir de nakokî ew ê ku yên ku DAIŞê xurt dike Tirkiyeyê wê çawa zindanên DAIŞê radestî Tirkiyeyê bikin. Banga Mazlûm Kobanê ya Şamê jî ne bangeke li Serokê Suriyeyê her dû jî di asteke de ne. Colanî jî li ser vê bangê kêfxweşiya xwe anî bû ziman. Lê ya ku di vê bangê de ne kêxweş in Tirkiyeyê. Piştî banga Mazlûm Kobanê çeteyên giredayî Tirkiyeyê êrişî herêmên Kurdan kirin û li dijî Colanî jî berz kirin. Di navbera komên çetê yên giredayî Tirkiyeyê û HTŞê de jî pêvçûn derdikevin.”
‘Piştî sedsaliya Lozanê projeya Rojhilata Navîn ketiye meriyetê’
Kurdyar Direhî diyar kir ku piştî sedsala peymana Lozanê Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û got ku Kurd di vê dîzaynê de xwedî rolekî sereke ne. Kurdyar Direhî destnîşan kir ku di qonaxa nû ya Rojhilata Navîn de pêwîste Kurd yekitiya xwe ava bikin û ev tişt anîn ziman: “Rojhilata Navîn bi giştî ber bi guherîneke ve ye. Piştî peymana Lozanê dewletên hegemon Rojhilata Navîn bi xwe dewlet ava kirin. Di wê hevpeymanê de maê gelê Kurd hat înkar kirin. Li dijî vê yekê serhildanên mezin jî pêkhatin. Lê ji ber berjewendiyên dewletên hegemon ew serhildan bi serneketin. Piştî sedsaliya Lozanê projeya Rojhilata Navîn ketiyê meriyete. Tirkiyeyê jî di destpêke de Erdogan jî got ez hevserokê vê projeyê me. Rejîma Tirkiyeyê dixwazê di Rojhilata Navîn de pêk bînê û Rojava û Başur dagir bike. Di Rojhilata Navîn a nû de rola Kurdan jî sereke ye. Ew yek encama têkoşîna Kurdan e. Îro hemû cihan qala mafê Kurdan dikin. Ji ber wê jî ew sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd. Ji ber wê jî Tirkiye ji aliyekî vê qala biratiya Kurdan û Tirkan dike ji aliyê din vê jî êrişên xwe didomîne. Ew yek jî nîşan dide ku Tirkiye ketiyê tengaviyê. Heke pirsgirêka Kurd çareser bike dikarê xwe rizgar bike lê heke nekarê çareser bike ew Kurdistana ku digotin xeyaliyê wê bibe rastî. Baye guhertinê tê lê em çiqas amade ne. Îro çend gav tên avetin. Kongreyeke yekitiya neteweyî tê amadekirin. Divê em yekitiya xwe ava bikin û mohra xwe li vê sedsale bixînin.”
‘Me cîhan parast, pêwîste ew jî li rex şervanên HSDê bisekinin’
Kurdyar Direhî anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê ne tenê ji bo herêmê ji bo hemû cîhanê xetereyan derdixînê û ev bang li dewletên navneteweyî kir: “Êrişên Tirkiyeyê ne tenê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi tevahî Kurdistanê êrişên wan berdewam dikin. Êrişên Tirkiyeyê li dijî biratiya gelan û demokrasiyeyê. HSDê ne tenê parastina axa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hemû mirovahiye diparêze. Terora li dijî mirovî têkbiriyê û parastina demokrasiyeyê kiriye. Erkeke exlaqî û civakî li ser hemû dewletên cihanê ew ê ku piştgiriya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bikin. Me cihan parast pêvîstê ew jî li rex şervanên HSDê bisekinin. Ew şervanên hemû mirovahiyeyê ne. Divê zextê li Tirkiyeyê bikin ku ew êriş rawestin. Tirkiye edî di demen dawî de ye. Ew êrişên tund jî tengav bûna wan nişan dide. Divê gelê Kurd jî her çar aliyên Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin û piştgiriya hezên xwe bikin. Tevgerên siyasî yên Kurd jî divê kongreyeke navneteweyî ku daxwaza birêz Ocalan û şehîdan e demildest pêk bînin ku em di bin desthilatdariya van dagirkeran de derbikevin.”