Bi sed hezaran Kurdistanî ji bo êrîşên çeteyên HTS û DAIŞ ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto bikin, li Îngilistan, Îrlanda, Wales û welatên din ên Ewropayê meş, mitîng û daxuyanî li daxistin.
Kurdistanî û dostên wan li ber avahiyên parlamentoyên dewletan, balyozxaneyên DYE’yê û qadên bajaran kom bûn û çalakiyên cur bi cur li darxistin. Bi sed hezaran Kurd û dostên wan ên daketin qadan li dora Rojava bûn xelekek ji agir.
Manchester
Li bajarê Manchesterê yê Îngilistanê bi hezaran Kurdistanî ji bo êrîşên li ser Rojava protesto bikin li ber avahiya BBCê kom bûn. Xwepêşandan ji bo şehîdên Rojava bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Kurdan diyar kirin ku tiştê ku li Sûriyeyê û bi taybetî li Rojava diqewime ne tenê xiyanetek li dijî Kurda ye. Kurdistaniyan diruşmeyên, “DAÎŞê rawestîne, Kurdistanê biparêze”, “Kê DAÎŞ rawestand?”, “DAIŞ paşve vegeriya”, “Li dijî faşîzmê bibin yek”, “Terorsît Colanî”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî YPG û YPJ” berz kirin. Di heman demê de pankart û dovîzên ku sûcên li dijî mirovahiyê yên ji hêla HTŞ û Colanî ve hatine kirin nîşan didan hilgirtin. Alayên Rojava, YPG û YPJ’ê di xwepêşandanê de hatin hejandin û sirûd hatin gotin.
Piştî axaftinan, bi hezaran Kurdistanî meşiyan. Di meşê de dirûşme hatin berzkirin û Brîtanya û hêzên navneteweyî yên ku li hember êrîşên li ser Rojava bêdeng man jî hatin protestokirin. Xwepêşandan bi çepik, dirûşm û sirûdan bi dawî bû.
Leeds
Kurdistaniyên li bajarê Leedsê yê Îngilistanê, ji bo êrîşên çeteyan protesto bikin li navenda bajêr kom bûn. Di xwepêşandanê de daxwaza bidawîanîna piştgiriya dewleta Tirk ji bo DAÎŞ û rêxistinên girêdayî wê hat kirin. Çalakgeran xwestin ku hikûmeta Îngilistanê li dijî HTŞê bikeve nava liv û tevgerê. Di çalakiyê de diruşmeyên, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Tirkiye”, “Bila qirkirina Kurdan bi dawî bibe”, “Bijî Kurdistan” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û di heman demê de wêne û pankartên ku komkujiyên ji hêla Colanî û HTŞ’ê ve hatine kirin nîşan didin, hilgirtin.
Brihton
Kurdistanî li Meydana Churchill a Brightonê kom bûn û peyama “Kurdistanê biparêze, Rojava biparêze, azadî û edaletê biparêze” dan. Di xwepêşandanê de bêdengiya hêzên navneteweyî hat şermezarkirin. Di axaftinên de hat diyarkirin kugelê Kurd li Rojava li ber xwe dide û tu carî ji jiyana xwe ya bi rûmet û azadiya xwe tawîz nade. Her wiha ji Îngilistanê daxwaza ku dawî li bêdengiya xwe bîne û destwerdana li êrîşan hat kirin.
Sheffield
Li Sheffieldê bi rojan e xwepêşandanên ji bo Rojava berdewam dikin, çalakvan îro li ber Şaredariyê kom bûn. Xwepêşandana ku rêxistinên navneteweyî piştgirî danê de peyama “Rojava û Kobanê ne bi tenê ne. Gelê Kurd wê vê xiyanetê ji bîr neke” hat dayîn. Di xwepêşandanê de al û pankartên YPG, YPJ û Kurdistanê hatin hilgirtin, stranên şoreşgerî hatin gotin. Girse bi çepik, dirûşm û tilîliyan ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de bi sedan belavok hatin belavkirin. Girseyê got, “Heta ku gelê Rojava azad nebe û êrîş rawestin, em ê kolanan neterikînin.” Xwepêşandanên li Sheffieldê li meydanê berdewam dikin.
Newcastle
Li Newcastlê bi sedan Kurdistanî li ber Bazara Bilind a li navenda bajêr kom bûn. Di axaftinan de wiha hat gotin: “Em bang li gelê Brîtanyayê dikin, dengê me bibihîzin; Kurdan bajarên we rizgar kirin. Kurdan DAÎŞ rawestandin. Kurdan bedel dan. Me tenê ji bo xwe şer nekir – me ji bo mirovahiyê şer kir. Deyna we ji Kurdan re ne gotin e, çalkaî ye. Bêdengiya îro tê wateya DAÎŞ a sibê.” Di xwepêşandanê de belavok hatin belavkirin û raya giştî eleqeyek mezin nîşan da.
Norwich
Kurdistanî ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li navenda bajarê Norwichê kom bûn. Di daxuyaniyek hevbeş de hat diyarkirin ku êrîşên li ser Rojava êrîşên li ser tevahiya Kurdistanê ne û hat gotin ku gelê Kurdistanê dê bi yekîtî li dijî çeteyên barbar, HTŞ û çeteyên dewleta Tirk têbikoşe. Girseyê timî dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Terorîst Colanî” bberz kirin Di xwepêşandanê de wêneyên Colanî hatin şewitandin.
Dublîn
Bi sedan Kurdistanî li ber Sefaretxaneya DYEyê ya li paytexta Îrlanda Dublînê kom bûn û alên YPG û YPJê hilgirtin. Ciwanên Kurdistanî ”tîşortên xwînî” li xwe kiribûn, li dijî êrîşên li ser Rojava nerazîbûn nîşan dan. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Terorîst Colanî” û “Bijî Rojava” berz kirin. Kurdistaniyan gotin, “Rojava dilê Kurdistanê ye û gelê Kurd wê li her derê li ber xwe bide. Rojava ya ku ji bo tevahiya mirovahiyê bedelên giran da di bin êrîşê de ye û ev yek ji bo mirovahiyê deqek reş e.”
Cariff
Bi sedan Kurdistanî li ber avahiya Parlamentoyê paytexta Gallerê Cardiffê kom bûn. Kurdistaniyan hevgirtina xwe bi berxwedana Rojava re nîşan dan û dirûşmeyên hêrsê li dijî êrîşan qîr kirin. Gelek parlamenter ji bo piştgiriya xwe nîşan bidin, beşdarî xwepêşandanê bûn. Parlamenterê Plaid Cymru Laydin Whittle yê ku beşdarî xwepêşandanê bû, got, “Gelê Gallerê bi we re ye” û diyar kir ku têkoşîn û berxwedana li dijî tirs û zilmê pir girîng e. Whittle axaftina xwe bi gotina, “Em ê mil bi mil bi gelê Kurd re bin û ji ber li vir im serbilind im” bi dawî kir.
Piştre serokê Partiya Kesk a Gallerê Anthony Slaughter axivî û got: “Gelê Rojava demek dirêj e ji bo min bûye çavkaniya îlhamê; wan nîşan daye ku bê demokrasî çawa dikare bixebite. Divê em qet ji bîr nekin ka Kurd çawa li dijî DAÎŞ’ê rabûn û çawa wan li ser navê me DAÎŞ’ê têk birin. Em bi gelê Kurd re ne, em bi gelê Rojava re ne.”
Xwepêşandan bi sirûd û dirûşmeyan dawî bû.
Helsînkî
Kurdistaniyên li bajarê Helsînkiyê dijîn li navenda bajêr dubare daketin qadan û meş li dar xistin. Piştî meşê ji aliyê ciwanên Kurd ve daxuyaniyek hate dayîn û ciwanan di daxuyaniya xwe de bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku li dijî çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên cîhadîst piştevaniyê bidin berxwedana gelê Rojava.
Roma
Li ser bangawaziya Navenda Çanda Araratê li herêmên Colosseum û Pîazza Trîlûssayê yên Romayê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de diruşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Kurdistan” hatin avêtin û êrîş hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de hevserokên Navenda Çanda Araratê Gevher Alturk û Saît Dûrsûn axivîn û banga mezinkirina berxwedanê û parastina Rojava kirin.
Strasbourg
Li gelek bajarên Fransayê çalakiyên piştgiriyê yên li dijî êrîşên li ser Rojava hatin lidarxistin. Di protestoyên ku li gelek bajaran hatin kirin de, bang li parastina sivîlan û ketina tevgerê ya civaka navneteweyî hate kirin. Bi deh hezaran kesên tev li çalakiyên li bajarên Nice, Marsîlya, Lîlle, Lyon, Lochefort, Toulouse, Avîgnon û Brestê hatin cem hev meş, mitîng û daxuyanî pêk anîn. Di çalakiyan de sloganên dilsoziya bi Rojava re tînin ziman hatin berzkirin û banga mezinkirina berxwedanê li tevahiya Kurdistanê û dostan Kurdan hate kirin.
.













