Wan – Keremê Elî ji gundê Şorê yê Geliyê Zîlanê ye. Dema komkujiya Geliyê Zîlan pêk tê ew di girtîgehê de bûye. Di komkujiyê de ji malbat û eşîra wî gelek kes tên kuştin. Piştî komkujiyê Keremê Elî û çend kesayetên din ên ji Geliyê Zîlan jî bi hinceta “dê li serê me bibin bela û dibe ku serî hildin” tên kuştin.
Komkujiya Geliyê Zîlan li herêma Serhedê bûyereke ne ji rêzê ye û di rojeva gel de her tim cihekî taybet û mezin digire. Vê komkujiyê bi xwe re gelek çîrok anîne, ji çîroka lehengê Geliyê Zîlan Reşoyê Silo bigire heta jiyan û çîroka Delala Dînik tev bi êş û lehengiyê di xwe de dihewînin. Çîrokek jî, derbarê Keremê Elî de tê gotin. Ev çîrok, gelek biêş e, lê belê di warê wêrekî û lehengiyê de jî portreya Kurdan e. Li ser Keremê Elî kilamek jî hatiye gotin, lê belê nayê zanîn ku ev kilam kê, kengî gotiye. Qeyda herî kevn a vê kilamê ji dengê dengbêjê mezin Şakiro ye û ev jî nayê zanîn ku ka kengî hatiye qeydkirin. Ji bilî Şakiro, dengbêj Huseynê Farê û Hemê Hacî jî kilama Keremê Elî dibêjin. Her wiha niha ne di destê malbatê de ne jî di arşîva dewletê de ti wêneyên Keremê Elî nîn in. Heke hebin jî bi malbat û raya giştî re nayê parvekirin.
Neviyê Keremê Elî, Mûrad Koçak ku niha li Erdîşê stranbêjiyê dike ji ajansa me re axivî û behsa çîroka bapîrê xwe kir û kilama Keremê Elî got.
Keremê Elî ji ber alîkariya serhildêran tê girtin
Keremê Elî ji Gundê Şorê yê Şaxa Hemoyan ya Geliyê Zîlan e û tevî malbat û eşîra xwe li vir dijî. Tê gotin ku Keremê Elî mirovekî bejn bilind, çav şîn û berkeftî bûye. Her wiha xweşmêriya wî jî bi nav û deng bûye. Gava di nava civakekê de bi bejn û bala xwe, bi qeşengiya xwe balê kişandiye ser xwe û tevî van yekan kesayetekî zana jî bûye. Di wê serdemê de Komara Tirkiyeyê ji kesên li dijî wan serî hildidan re digot “Eşkiya”. Keremê Elî jî tevî malbata xwe ve ev serhildêr xwedî kirin e û hewandine. Sîxûrên dewletê yên di nava wan de dijîn, giliyê Keremê Elî dikin û ew bi apê xwe Îsiv re tê girtin û wan dibin Girtîgeha Erdîşê.
Keremê Elî û kesayetên din li Ava Zirav tên kuştin
Di Tîrmeha sala 1930an de bi hinceta alîkariyê didin Serhildana Agiriyê, Artêşa Tirkiyê bi ser Geliyê Zîlan de digire. 40 gundan zêdetir vala dikin û nêzî 18 hezar zarok, jin, kal û gundiyan dikujin. Wê demê, Keremê Elî di girtîgehê de bûye, lê eşîr û malbata Keremê Elî jî para xwe ji vê komkujiyê digire. Ji malbatê hinek kesan xwe xilas kir, lê belê gelek ji wan jî hatin kuştin. Her wiha hin kesên ji komkujiyê xilas bûn, belav bûne û niha winda ne ku ti kes cihê wan nizan e. Piştî komkujiya Geliyê Zîlan, çend rayedarên dewletê yên li herêmê û sîxûr bi hev dişêwirin û dibêjin ku ji malbat û eşîrên kesên niha di girtîgehê de ne gelek kes hatine kuştin, lewma divê Keremê Elî jî di nav de hemû girtiyên ji van eşîr û gundan bên kuştin. Heke neyên kuştin dê li serê wan bibin bela û dibe ku serî hildin. Li ser vê yekê dewlet dest bi kuştina kesayetên ji Geliyê Zîlan ên di girtîgehê de dike. Keremê Elî û apê wî Îsiv jî di nav de gelek kesên ji Geliyê Zîlan bi hinceta sewqkirina Girtîgeha Wanê dibin cihekî bi navê Ava Zirav û dikujin.
Rojek beriya ku bê kuştin xwe dixemilîne
Rojek beriya ku Keremê Elî û kesayetên din ên Geliyê Zîlan bên kuştin, sîxûrên di ber girtîgehê re derbas dibin û pacê de Keremê Elî dibînin, ji wî re dibêjin “êdî xelasbûna te tune ye”. Keremê Elî jî hêrs dibe û bi tund bersiva wan dide. Dû re dizane ku sibê dê di rêya Wanê de wan bikujin, diçe cil û bergên xwe yên herî xweşik li xwe dike û simbêlên xwe hene dike. Ev yek di kilama Keremê Elî de jî tê gotin. Li gorî saloxdayinek din apê Keremê Elî, Îsiv ku li gel wî girtî bûye, dibîne ku Keremê Elî xwe di xemilîne, ji wî re dibêje “Wê sibê me bikujin, tu çima xwe dixemilînî?” Keremê Elî jî bersiv dide û dibêje “Bila ev helwesta min ji wan re bibe derd û kul. Ez bimirim jî ez ê wisa bi serxwebim û bi xeşikbûna xwe ez ê bimirim.” Her wiha li gor rîwayetekê piştî Keremê Elî dikujin, leşkerek çîzmeya wî dixe pêyên xwe, yek gûstîla wî dixe tiliya xwe û hinek jî cilên wî li xwe dikin.
Kilama Keremê Elî wiha bi dawî dibe:
“Her çi kesek navê wî misilman be, dîn û îman pê re hebe
heya dinya xweş û ava ji bîr nake kesîleta Geliyê Zîlan
zarok û zêçên serê wan li singuyan
Birîndaro wey wey wey…
Heyla birîn kûro bê Rom xayîn e
Hey wax hey wax hê wey li min ê.”