Nûçegîhanê ANHAyê diyar kir ku leşkerên Tirk gundên Gozeliyê û Um El Xêr ên girêdayî Til Temirê topbaran dikin.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê ji bajarê Til Temirê ragihand ku leşkerên Tirk û çeteyên ku xwe dispêrin Tirkiyeyê gundên Gozeliyê û Um El Xêr ên li rojavayê bajar (Li beramberî rêya M4) topbaran dikin. Nûçegîhan anî ziman ku leşker gundên navborî bi topên obîsan bombe dikin û êrîşên wan didomin. Der barê encamên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.