Leşkerên artêşa Tirkiyeyê sînorê gundê Hirûr ê bajarê Dihokê topbaran kir. Di encama êrişê de welatiyek mir û 2 welatî jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, leşkerên artêşa Tirkiyeyê gundê Hirûr ê li navçeya Berwarî Bala yê ser bi parêzgeha Dihokê ve topbaran kir. Li gorî agahiyan, sê niştecihên ji gundê Qumrî ku çûbûn çiyayê pişt gundê Hirûr bûn hedefa êrişa artêşê. Hate zanîn di encama topbarana leşkeran de welatiyê bi navê Sebah Ebdulstar (45) jiyana xwe ji dest da û 2 welatiyên din jî birîndar bûn. Nasnameya 2 kesên birîndar nehat fêrbûn.