Ciwanên Bismilê ji bo piştgiriya Rojava li 11 taxan çalakiyên hemwext li dar xistin. Di çalakiyan de agir hate dadan, fişekên hewayî hatin teqandin û bênavber dirûşmeyên piştgiriyê hatin qîrîn.
Piştî êrîşên çeteyên HTŞê ya li ser Rojava, li seranserê Kurdistanê piştgiriyên ji bo gele Rojava zêde dibin. İşev naşnîşana çalakiyan navçeya Bismil a Amedê bû. Ciwanên Bismilî danê êvarê li 11 taxan çalakiyên hemwext lidar xistin.
Ciwan vê êvarê li 11 taxên navçeyê di heman demê de li hev kom bûn û piştgiriya xwe ji bo Rojava ragihandin. Bismil bi teqandina fişekên hewayî bi carek ronî bû. Ciwanan her wiha li taxan bi lastîkan agir dadan û li dora agiran bênavber dirûşmeyên ji bo piştgiriya Rojava qîriyan. Çalakiyên li taxan demek dirêj berdewam kir.













