• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Waştişê kurdan û embazanê înan zelal ê: Ganî Abdullah Ocalan azad bibo

    Ji çar hêlên Ewropayê dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Rojava re statû’ olan da

    Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

    Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kir

    Mazlum Ebdî: Em hewldanên Macron pîroz dikin

    Otomatik taslak

    ‘Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Waştişê kurdan û embazanê înan zelal ê: Ganî Abdullah Ocalan azad bibo

    Ji çar hêlên Ewropayê dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Rojava re statû’ olan da

    Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

    Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kir

    Mazlum Ebdî: Em hewldanên Macron pîroz dikin

    Otomatik taslak

    ‘Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Navenda Nûçeyan /AW

15 SIBAT 2025 - 16:57
Kategorî: ROJANE
A A
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li 3 bajaran ji bo li aqûbeta kesên hatine windakirin bipirsin, çalakî li dar xistin. Xizmên windayan di çalakiyan de diyar kirin ku ji bo hevdîtinên ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hatine destpêkirin bigihêje encamê divê gavên çareseriyê bên avêtin.

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin bipirsin vê hefteyê jî li Amed, Êlih û Îzmîrê çalakî lidarxistin.

Amed

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windakiriyan bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ di hefteya 836emîn de hatin cem hev. Daxuyanî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hat dayîn û di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz ku di 20ê sibata 1994an de li Pasûrê hatibû windakirin pirsîn. Serokê Rûmetê yê ÎHDê Akin Bîrdal di daxuyaniyê de axivî û anî ziman ku ji roja destpêka çalakiyan heta niha ji bo hafizayê zindî bihêlin her hefte çalakiyan lidar dixin. Akin Bîrdal bal kişand hevdîtinên ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêk tên û xwest navek li vê pêvajoyê bê kirin. Bîrdal da zanîn ku di dema hevdîtinan de tayînkirina qeyûman û binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin û ev pêkanîn li dijî pêvajoyê ne.

Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban jî diyar kir ku 15ê Sibatê di pirsgirêka kurd de xwedî cihek girîng e û di salvegera Komploya Navneteweyî de bendewariyên ji bo çareseriyê hene û ger aştî pêk were divê daxwaza dayikên ku hesreta aştiyê ne bi cih bên. Piştre parêzer Berfîn Elçî çîroka Mehmet Mehdî Akdenîz vegot. Çîroka Mehmet Mehdî Akdenîz wiha ye; “Di 20ê sibata 1994an de derdora 200 leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirme ya Navçeya Pasûrê di saet derdora 14: 30an de li ser gundê Kerra ya Pasûrê de digirin. Hinek leşker dora gund digirin û hinek leşker jî dikevin nav gund. Leşker xwarinê ji gundiyan dixwazin. Ji ber ku wê demê gund tên şewitandin û valakirin gundî neçar dimînin daxwazên leşkeran bi cih tînin. Di serdagirtinê de leşker zextê gundiyan dikin ku ji malê xwe derkevin derve.

Di dema serdagirtinê de Mehmet Mehdî Akdenîz (22) li gundikê Gergerê di mizgeftê de ye, leşker wî ji mizgeftê derdixin û tînin gund. Leşker hemû jin, zarok û gundiyan li nav gund kom dikin û agir berî malan didin. Leşkerek di destê wî de kaxizek û navê 6 kesan dixwîne. Di kaxizê de navê Îrfan Akdenîz (18), Mehmet Mehdî Akdenîz (22), Ziya Çîçek (22), Faîk Akdenîz (35), Mehmet Şîrîn Allahverdî (35), Halît Akdenîz (35) hatine nivîsandin û ev 6 kes li ber çavê hemû gundiyan rastî îşkenceyê tên. Piştre ji gundiyan dûr dixin û dibin pişta malekê. Du saet piştî serdagirtinê leşker 6 kesên din jî dibin gundikek din li wir erebeyê siwar dikin û dibin Pasûrê. Halît, Îrfan, Ziya û Mehmet Şîrîn piştî 18 rojan serbest tên berdan. Dema di bin çavan de bûn ji ber ku gundê wan hatine şewitandin malbatên 4 kesan koç kirine û çûn gundên din. Ziya Çîçek piştî serbest berdanê dibin leşkeriyê.

Kesên ji binçavan derketin gotin ku 5 rojan ligel Mehmet Mehdî Akdenîz li Fermandiya Cendirmeyan a Pasûrê bûne, li wir rastî îşkenceyên giran hatine û piştî 5 rojan Mehmet Mehdî Akdenîz dibin Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê û careke din ew nedîtine. Ji 6 kesan Faîk Akdenîz digirin û dişînin Girtîgeha Tîp E ya Amedê. Li gorî gotina hinek şahidan; Mehmet Mehdî Akdenîz hefteyekê li Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê tê girtin û piştî hefteyekê wî dibin Fermandariya Cendirmeyan a Amedê.

Li gorî hinek şahidan Mehmet Mehdî Akdenîz li avahiya Fermandariya Cendirmeyan a Amedê de li gel Kuddusî Adiguzel û Mîrza Ateş hatiye dîtin. Piştî vê dîrokê careke din tu agahî ji Mehmet Mehdî Akdenîz nayê wergirtin. Malbatê gelek caran serî li Dadgeha Ewlehiya Bilind (DGM) a Amedê da her carê daxwaznameyên serlêdanê bêbersiv hatin hiştin. Di daxwaznameyek 11ê gulana 1994an de bersiv tê dayîn û tê gotin ku li gorî belgeyên qeydê rastî navê vî kesî nehatine. Li ber çavê bi dehan kesan tê binçavkirin lê ev rastî tê redkirin. Hemû serlêdanên malbata Akdenîz bê bersiv dimînin. Malbat serî li DMMEyê dide û biryara îhlalkirinê tê dayîn.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Li Êlihê çalakî di hefteya 672emîn de li ber Birdariya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cuneyt Aydinlar ku di 20ê sibata 1994an de li navçeya Bakirkoy ya Stenbolê hatibû windakirin hat pirsîn. Çîroka windakirina Aydinlar wiha ye: “Cuneyt Aydinlar di destpêka salên 1990î de li Amedê ji bo zanîngeh bixwîne diçe Stenbolê. Dema li Zanîngeha Stenbolê beşa Îktîsatê pola 3emîn dixwîne di 20ê sibata 1994an de ji bo hevalek xwe bibîne diçe Rawestgeha Omur a Bakirkoy/Încîrliyê. Li rawestgehê di çarçoveya operasyonekê de ji aliyê polîsan tê binçavkirin. Di nav 14 kesên hatine binçavkirin de Cuneyt jî cih digire û wan dibin Midûreyat Polîsan a Gayrettepeyê. Piştî 7 rojan ango di 27ê sibata 1994an de qeyda ya binçavkirinê tê çêkirin.

Di saetên êvara 28ê sibata 1994an de polîsên girêdayî TEMê Cuneyt dibin kolana Kadîrler ya taxa Çukurcuma ya Beyogluyê. Niştecihên taxê ragihandin ku bi qasî 30 polîs hatibûn, destê Cuneyt kelepçekirî bû û di nav xwînê de mabû, lingek wî hatibû şikandin û nikaribû li ser pêya bimîne. Di girtekên polîsan de hatiye nivîsandin ku dema nîşandina cih de ligel hişyariya ‘raweste’ Cuneyt reviyaye, nehatiye girtin û fîrar kiriye.

14 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin û şandin girtîgehê. Van kesan di 17ê adara 1994an de bi rêya parêzerên xwe ragihandin ku Cuneyt Aydinlar di 20ê sibata 1994an de hatiye binçavkirin û heta 2ê adara 1994an jî ew di bin çavande dîtine. Cuneyt di bin çavan de rastî îşkenceyê giran tê, 6 polîs tên wî hucreyê derdixin û ji erdê re kaş dikin dibin û dibêjin ‘tu ji mirinê re amade yî’. Piştî vê gotinê kesên hatine binçavkirin careke din Cuneyt nabînin.

Malbatê serî li Şaxa ÎHDa Stenbolê da û bi rêya ÎHDê hat xwestin ku Wezareta Karê Hundir têkildarî mijarê agahî bide. Hemû hewldanên malbatê û ÎHDê bêencam man. Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû.

Îzmîr

Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê, çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li ber Sûmerbanka kevin a navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiya ku gelek kes lê amade bûn de pankartên “Winda wijdan e, xwedî li wan derkevin” û “Kiryar diyar in û winda li ku ne” hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Murat Yildiz (19) ê ku di 23’yê Sibata 1995an de li Şaxa Asayîşa Ozkanlar a navçeya Bornova ya Îzmîrê dema îfade da û dû re winda bû hat pirsîn. Hevseroka ÎHDê ya Îzmîrê Zîlan Gumüş daxuyanî da. Di daxuyaniyê serpêhatiya Murat Yildiz hat vegotin.

Zîlan Gumuş, diyar kir ku Murat Yildiz bi diya xwe re li Îzmîrê dijiya û wiha bi lêv kir: “Ji ber ku li qehwexaneyekê rûniştibû di dema nîqaşê de çeka xwe avêt hewayê û ji cihê bûyerê dûr ket û polîs dû re li pêy ketin. Polîsên ku dayika wî Hanîfe Yildiz birin midûriyeta polîsan û jê re gotin, ‘Eger Murat tavilê were û teslîm bibe, dê bi îfadeyê serbest bê berdan. Li ser vê yekê Murat Yildiz di 23’yê Sibata 1995’an de bi parêzer, pismam û dayika xwe re çû îfade bide Komîser Ramazan Kaya û polîs Tahîr Şerbetçî. Piştî 3 rojan Murat venegeriya malê û dayika wî çû pirsa wî kir. Rayedaran îdia kirin ku Mûrat di bin çavdêriya polîs Tahîr Şerbetçî û Şah Îsmaîl Ozturk de şandine Stenbolê, ji ber ku di îfadeya xwe ya li emniyetê de gotiye, li Kartala Stenbolê çek veşartiye. Êdî pê ve agahî ji Murat Yildiz nehat girtin.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Etîket: Akin BîrdalAmedÎHDİzmirXizmên windayanZîlan Gumuş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

TJA û Meclîsa Jinan: Girtin bûye amûra cezakirina zarokan

TJA û Meclîsa Jinan: Girtin bûye amûra cezakirina zarokan

14 SIBAT 2026
Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

14 SIBAT 2026
Platforma Jinan a Îzmirê: Çi hat serê Bahar Taşê?

Platforma Jinan a Îzmirê: Çi hat serê Bahar Taşê?

13 SIBAT 2026
Li Amedê gel pêvajo nîqaş kir: Dê komplo bi yekîtiyê têk biçe

Li Amedê gel pêvajo nîqaş kir: Dê komplo bi yekîtiyê têk biçe

12 SIBAT 2026
DEM Partiyê li Peyasê civîna gel li dar xist

DEM Partiyê li Peyasê civîna gel li dar xist

11 SIBAT 2026
Ciwan dê pêvajoyê li Amedê nîqaş bikin

Ciwan dê pêvajoyê li Amedê nîqaş bikin

11 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (546)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne