DEM Partî li navçeyên Bahçelîevler, Gazîosmanpaşa û Esenyurt ên Stenbolê li dijî êrişên li ser Rojava daxuyanî da û hat diyarkirin ku ew li gel Rêveberiya Xweseriyê ne. Polîsan li Esenyurtê êrişî meşê kir û gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.
DEM Partî li navçeyên Bahçelîevler, Gazîosmanpaşa û Esenyurt ên Stenbolê li dijî êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser rojavayê daxuyanî da.
Metna daxuyaniyê ya hevpar wiha ye:
“Di êrişan de tevahî cihan bêdeng ma. Ev êriş ji bo sabotekirina çareseriyê pêk hat. Êrişên ku gelê Kurd dike hedef ne tenê îro Sûriyeyê pêşeroja Sûriyeyê jî dixe di bin xetereyê. Ev êrîş di heman demê de dê bandoreke neyînî li pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dike. Kesên ku li dijî çareseriyê ne dixwazin pêvajoyê fetisînin. Têkiliya HTŞ û Tirkiyeyê tu pêşerojekê baş misoger nake. Di heman demê de jî hêviya ku jiyaneke hevpar jî dê tune bike. Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye. Gelê Kurd li dijî wan êrişan ne bêalternatîf e. Em ê bi berxwedana Kobanê destketiyên Rojava biparêzin. Em li gel Rêveberiya Xweseriyê ne. Tu hêz nekare gelê me tune bike. Em bang tevahî hêzen navneteweyî dikin ku gelê Kurd biparêzin.”
Li Esenyurtê piştî daxuyaniyê girse xwest bimeşe. Lê polîsan bend danî pêşiya girseyê û hewl da mşê asteng bike. Girseyê benda polîsan derbas kir û dest bi meşê kir. Di dema meşê de polisan êrişî girseyê kir û gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.













