Polîsên Afrîkaya Başûr ragihand ku çekdarên nenas, li bajarekî nêzîkî paytext Johannesburg mirov gulebaran kirin û di bûyerê de 10 kes kuştin û 10 kes jî birîndar kirin.
Polîsan têkildarî bûyerê daxuyanî dan û diyar kirin ku hin kesên bi çek, bi awayekî bêserûber li kolanan mirov gulebaran kirin. Di bûyerê de 10 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn. Li gorî polîsan, di 6ê kanûnê de jî çekdaran li Pretoriayê êrişî malek karkeran kirinibûn. Zarokekî 3 salî di nav de 11 kes kuştibûn. Li gorî daneyên polîsan, li welatê ku nifûsa wî 63 milyon e, ji Nîsanê heta Îlonê ve rojane nêzî 63 kesan ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dane.













