Li navçeya Alaşehîr a Manîsayê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya CÎhanê bi panel û şevbêrka dengbêjan hat pîrozkirin.
Bi pêşengiya Rêxistina Navçeya Alaşehîr a DEM Partiyê ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê panel û şevbêrka dengbêjan hate lidarxistin. Di çalakiyê de li ser pêşketina dîrokî ya zimanê Kurdî û girîngiya parastina zimanê dayikê hate axaftin. Di bernameya ku li navçeya Alaşehîr a Manîsayê hate lidarxistin de siyasetmedar Ahmet Başboga, hevserokên DEM Partiyê Kerem Taylan û Evîn Gunsel û gelek welatî beşdar bûn. Herwiha hunermend û dengbêj Keremê Jîrkî, Siracettîn Hesass, Yucel Daşkın, Zekî Guzey û Murat Elmastaş di şevbêrkê de amade bûn.
Ahmet Başboga di axaftina xwe de li ser girîngiya zimanê Kurdî axivî û bal kişand ser girîngiya bikaranîna zimanê dayikê di nav malbatê û jiyana civakî de. Başboga got ku ziman hilgirê nasname û bîranîna çandî ye û parastina zimanê Kurdî berpirsiyariyeke civakî ye. Piştî wî hevserok Evîn Gunsel axivî û li ser pêşketinên siyasî yên dawî nirxandin kir. Evîn Gunsel diyar kir ku têkoşîna ji bo zimanê dayikê yek ji sernavên bingehîn ên avakirina civaka demokratîk e.
Piştî panelê şevbêrk destpê kir û hunermend derketin ser dikê. Bi stranên ku dengêj strîn gel geh govend girt geh jî mest bûn.
Çalakî bi bangewaziya parastin û pêşxistina zimanê dayikê bi dawî.














