• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelê kantona Cizîrê û Asayîş taxên xwe diparêzin

    Gelê kantona Cizîrê û Asayîş taxên xwe diparêzin

    Ciwanên welatparêz ên Êlihê dîsa çalakî li dar xistin

    Ciwanên welatparêz ên Êlihê dîsa çalakî li dar xistin

    Yekitiya Mamosteyan banga piştgiriya Rojava kir

    Yekitiya Mamosteyan banga piştgiriya Rojava kir

    ‘Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin’

    ‘Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin’

    Gelê Kobanê li dijî êrişan li qadan e

    Gelê Kobanê li dijî êrişan li qadan e

    Li PEyê ji bo Rojava banga destwerdana lezgîn hat kirin

    Li PEyê ji bo Rojava banga destwerdana lezgîn hat kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Gelê kantona Cizîrê û Asayîş taxên xwe diparêzin

    Gelê kantona Cizîrê û Asayîş taxên xwe diparêzin

    Ciwanên welatparêz ên Êlihê dîsa çalakî li dar xistin

    Ciwanên welatparêz ên Êlihê dîsa çalakî li dar xistin

    Yekitiya Mamosteyan banga piştgiriya Rojava kir

    Yekitiya Mamosteyan banga piştgiriya Rojava kir

    ‘Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin’

    ‘Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin’

    Gelê Kobanê li dijî êrişan li qadan e

    Gelê Kobanê li dijî êrişan li qadan e

    Li PEyê ji bo Rojava banga destwerdana lezgîn hat kirin

    Li PEyê ji bo Rojava banga destwerdana lezgîn hat kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê sersal hate pîrozkirin: Em sala 2026an bikin sala azadiya Rêber Ocalan

Amed / AW

1 ÇILE 2026 - 00:27
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Sersala nû li Amedê bi bernameyeke rengîn hate pîrozkirin. Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir sala nû li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin: “Em sala 2026an bikin sala azadiya Rêber Ocalan.”

Sersala nû li Amedê bi bernameyeke rengîn hate pîrozkirin. Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gel tev li bernameya li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê hate lidarxistin bûn. Bername hunermend Mesûd Gever û Sema Ozel Asî pêşkeş kir.

Bername bi derketina ser dikê ya hunermend Mûrat Demîr dest pê kir. Mûrat Demîr strana xwe ya “Nîmokê” strand. Beşdaran bi çepikan piştgirî da Mûrat Demîr keyfxweşiya xwe nîşan dan. Dû re stranbêj Eylul Nazlier derket ser dikê. Pişt re hunemrend Kasim Taşdogan ligel çepikên beşdaran derket ser dikê. Kasim Taşdogan li amûra bi navê mizika da û strana xwe got. Dû re dengbêj Kerîmê Jirkî bi çepik û fîtikên beşdaran derket ser dikê. Kilama ku Kerîmê Jirkî got hunermend Mûrat Demîr û Mesûd Gever lê vegerand. Beşdaran li gel klama ku hunermendan got govend gerandin û li çepikan dan. Pişt re hunermend Derya Kakayî ku ji rojhilatê Kurdistanê beşdarî bernameyê bû, derket ser dikê. Beşdaran bi gotina stranê li çepikan dan. Hunermend Dilovan ê bi salan li xeribiyê dijî derket ser dikê. Hunermend Dilovan sala nû li beşdaran pîroz kir û seranserî Kurdistanê silav kir. Dilovan got ku “Gelê me yê birûmet ê ber bi azadiyê ve diçe. Her sal hêviyên me zêde dibin û em ê bigihin armanca xwe.” Pişt re Dilovan ligel çepikên beşdaran strana xwe got.

‘Bila sala 2026an azadî û aştiyê bi xwe re bîne’

Pişt re Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn sala nû li hemû gelê Kurd yê li çar aliyê Kurdistanê dijî û gelên Rojhilata Navîn, kesên ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin, girtiyên di zindanan de pîroz kir. Dogan Hatûn bal kişand ser berfa li Amedê dibare û got: “Piştî 18 salan îro berfeke zêde li Amedê dibare. Ev bereket e. Ji ber ku welatê me bêav dimîne, em bi barîna berfê keyfxweş in.”

Dogan Hatûn xwest ku sala 2026an azadî, aştî û aramiyê bi xwe re bîne û her kes vexwend mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê di 4ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin.

Sersal li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir

Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar a bi awayekî kurt axivî, sersal li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Hêvî dikim ku ev sal ji bo gelê Kurd û gelên bindest bibe sala aşti û aramiyê.” Beşdaran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.

‘Em sala 2026an bikin sala azadiya Rêber Ocalan’

Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir sersala dayîkan pîroz kir û got: “Wexta em zarok bûn me ev bername di MED Tvyê de temaşe dikir. We xewn û xeyala me zindî kir. Em sersala Rêberê Rêberan birêz Ocalan pîroz dikim. Em hêvî dikin ku sala 2026an bibe sala azadiya birêz Ocalan û gelê Kurdistanê.” Keskîn Bayindir bal kişand ser mitînga “Hêvî û Azadiyê” û wiha domand: “Em li gundan, taxan, kolanan digerin. Germahiyeke xweş heye. Em sala 2026an bikin sala azadiya Rêber Ocalan.”

Hunermendan yek bi yek qala jiyana xwe, çîroka stranên xwe û xebatên xwe kir û yek bi yek stran gotin.

‘Bila sala nû bibe bidawîbûna şeran û ewlehiya hemû gelan’

Di bernameyê de peyama bi dîmen a Fermandara Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn jî hate parvekirin. Rohilat Efrîn bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û got: “Em hêvî dikin ku sala nû bibe bidawîbûna şeran û pêkhatina aştî, aramî, azadî û ewlehiya hemû gelan. Hemû pêkhate bikarin bi mafên xwe bijîn. Em li hemû gelê herêmê û gelên Sûriyeyê sala nû pîroz dikin.”

Pişt re bername bi tiştanok û zûgotinokan berdewam kir. Pêşkeşvan Sema Ozel Asî tiştanok ji beşdaran pirsî û beşdaran bersivand. Pêşkeşvanan kesên bersiva rast dan xelat kirin û zûgotinok bi wan dane gotin.

‘Projeyên Rêbertî ji bo gelê me yê rojhilatê Kurdistanê jî derbasdar e’

Di bernameyê de peyama bi dîmen a endama Meclisa PJAKê Gulan Fehîm jî hate parvekirin. Gulan Fehîm destnîşan kir ku di sala 2025an de komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd hatiye pêkanîn pûç bû û got: “Bi taybetî pêvajoya ku Rêberêtiyê daye destpêkirin çawa li bakurê Kurdistanê ji bo wê xebat tên meşandin, heman projeyên Rêbertî ji bo gelê me yê rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê jî derbasdar e. Em bawer dikin ku em ê di sala nû de li Rojhilata Navîn gelek destkeftiyên mezin bi dest bixin.Hêvî dikin sala nû sala azadiya Rêber Apo û sala azadiya gelê me û pêşengtiyê ji hemû gelên cîhanê re bikin.”

‘Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn rêyeke sêyemîn pêşxist’

Di bernameyê de peyama bi dîmen a Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal jî hate parvekirin. Remzî Kartal sala nû li gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Bila sala 2026an bibe wesîleya aştî û azadiya gelan. Rêber Apo ne tene ji bo gelên Kurdistanê ji bo gelên Rojhilata Navîn rêyeke sêyemîn pêşxist. Divê em sala 2026an bikin sala azadiya Rêber Apo. Em ê sala nû bikin sala aştî û azadiyê.”

Bername bi gotina stranên hunermendan, tiştanok û zûgotinokan bi dawî bû. Beşdaran li ber stranên ku hunermendan gotin govend gerandin û li çepikan dan. Hunermendan bi stranên xwe beşdar coşandin.

Etîket: AmedpîrozRêber Ocalansersan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ji bo Rojava deng derxistin û agir pêxistin

Ji bo Rojava deng derxistin û agir pêxistin

21 ÇILE 2026
Platforma Şaxên KESKê ya Amedê erîşên li ser Rojava şermezar kir

Platforma Şaxên KESKê ya Amedê erîşên li ser Rojava şermezar kir

21 ÇILE 2026
Ciwanan li tax û kolanên Amedê çalakî li dar xistin

Ciwanan li tax û kolanên Amedê çalakî li dar xistin

21 ÇILE 2026
Ciwanên bakurê Kurdistanê sînor derbas kirin

Ciwanên bakurê Kurdistanê sînor derbas kirin

20 ÇILE 2026
‘Amed li ser pêya ye bi Rojava re ye’

‘Amed li ser pêya ye bi Rojava re ye’

19 ÇILE 2026
Li Amedê bi hezaran kes ji bo Rojava daket qadan

Li Amedê bi hezaran kes ji bo Rojava daket qadan

19 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (971)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne