• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

    KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

    Senator Graham: Divê DYA bertekê nîşanî tevgerên li dijî kurdan bide

    Graham: Mayîna rejîma Îranê xeteriyek siyasî û exlaqî ye

    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mazlûm Ebdî: Saziyên Rêveberiya Xweser dê hebûna xwe bidomînin

    Asayîşa Kobanê û Ewlekariya Giştî ya Helebê li hev civiyan

    Asayîşa Kobanê û Ewlekariya Giştî ya Helebê li hev civiyan

    Hikûmeta demkî nahêle alîkarî derbasî Siwêdayê bibe

    Hikûmeta demkî nahêle alîkarî derbasî Siwêdayê bibe

    Nivîskarê Kurd Bozarslan jiyana xwe ji dest da

    Nivîskarê Kurd Bozarslan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

    KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

    Senator Graham: Divê DYA bertekê nîşanî tevgerên li dijî kurdan bide

    Graham: Mayîna rejîma Îranê xeteriyek siyasî û exlaqî ye

    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mazlûm Ebdî: Saziyên Rêveberiya Xweser dê hebûna xwe bidomînin

    Asayîşa Kobanê û Ewlekariya Giştî ya Helebê li hev civiyan

    Asayîşa Kobanê û Ewlekariya Giştî ya Helebê li hev civiyan

    Hikûmeta demkî nahêle alîkarî derbasî Siwêdayê bibe

    Hikûmeta demkî nahêle alîkarî derbasî Siwêdayê bibe

    Nivîskarê Kurd Bozarslan jiyana xwe ji dest da

    Nivîskarê Kurd Bozarslan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amed, Edene û Mêrsînê starta ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hate dayîn

Navenda Nûçeyan / AW

22 NÎSAN 2025 - 14:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DEM Partiyê ji bo banga Abdullah Ocalan bigihîne gelek kesan li Amed, Edene û Mersînê dest bi kampanyaya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir.

Ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de bigihije gel, hewldan didomin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Amed, Mersîn û Edeneyê dest bi xebatên xwe kir.

Amed

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê starta kampanyaya “Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gelê xwe re tên cem hev” li ber Abîdeya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu bi daxuyaniyekê ragihand. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn 22yê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd pîroz kir û piştre der barê kampanyayê de agahî da.

Gel xwedî li bangê derketine

Abbas Şahîn diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd a bi sedsalane didome bê çareserkirin û wiha axivî diyar kir ku “Banga Aştî û Civaka Demokartîk” ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin girîng e. Abbas Şahîn da zanîn ku bangê li cîhanê deng vedaye û gel li vê bangê xwedî derketine.

Abbas Şahîn derbarê naveroka kampanyayê de ev tişt gotin: “Em ê bi 275 hezar malbat û 1 mîlyon 145 hezar kesî re rû bi rû hevdîtinan pêk bînin. Ji bo vê xebatê me li Amedê bi sedan komîsyon ava kirin. Ji îro û pê ve em ê mal bi mal derî bi mal bigerin, pêvajoyê vebêjin û nêrînên gelê xwe yên li ser pêvajoya guherîn û veguherînê bigirin. Ji bo pêşketina civaka demokratîk û ji bo gel di vê pêvajoyê de cih bigire em ê vê kampanyayê bidin destpêkirin.”

Edene û Mêrsîn

Li Edene û Mêrsînê jî DEM Partiyê xebata “Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk Serdanên Malan” da destpêkirin. Endamên DEM Partiyê kesên li mal, esnaf û karker ziyaret kirin û agahî dan. Li Ceyhanê endamên DEM Partiyê karkerên li qadan dixebitin ziyaret kirin. Hevserokê Navçeya Ceyhanê yê DEM Partiyê Tahîr Ozdemîr ku silavên Abdullah Ocalan ji xebatkaran re ragihand, nameyên Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji xebatkaran re şand. Ozdemîr xebatkaran vexwend pîrozbahiya 1’ê Gulanê ku amadekarî lê tê kirin.

Nameya Hevserokên Giştî

Di nameya ku Ozdemîr xwend de ev îfade cih girtin: “Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev bang ew bû ku dawî li êş, xizanî û rondikên bi salan were anîn. Got, ‘Aştî pêkan e, çareserî pêkan e’. Ev gotin ne bangeke ji rêzê ye, lê hêviyek e ku ji bo hemû gelan rê li ber jiyaneke nû vedike. Di vê bangê de siberojeke demokratîk û hêviyek mezin a hemû gelan û baweriyan heye. Ji bo ku em vê hêviyê zêde bikin em mal bi mal diçin û girîngiya aştiyê vedibêjin. Ji ber ku pêwîstiya vî welatî bi aştî, wekhevî, demokrasî û aramiyê heye. Di pevçûnên ku zêdeyî çil sal in dewam dikin de me yên herî hêja winda kirin û ciwan li her bihosta welêt jiyana xwe ji dest dan. Gelek çavkaniyên aboriyê yên ku bi xwêdana gel bi salan berhev kirin, hatin tunekirin.

Divê em dawî li vê êşê bînin. Tirkiyê bikin welatekî aştîxwaz, demokratîk, wekhev û dadmend; divê em bi hev re pêşeroja xwe rizgar bikin. Em ti carî ji bîr nekin ku rêya pêkanîna vê yekê, meşandina têkoşîna ked, aştî, demokrasî û wekheviyê bi hev re ye. Em dixwazin her kes vê bangê bibihîze. Ji ber ku eger gel bixwaze, her tişt diguhere. Eger em li hev bicivin, eger em dest bidin hev, wê aştî were, refaha me wê zêde bibe û ferman wê biguhere. Em dixwazin vê pêşerojeke xweşik bi we re ava bikin. Em ê bi hev re li ser rêya aştî û demokrasiyê bimeşin. Em ê vê bangê li her derê hilgirin. Em ê bi hev re jiyaneke nû ya li ser bingeha aştî û civaka demokratîk ava bikin.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari – Tuncer Bakırhan.”

Etîket: AmedBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkDEM PartîEdeneMêrsîn
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Berdevka DEM Partiyê: Ocalan deriyeke dîrokî vekir

Berdevka DEM Partiyê: Ocalan deriyeke dîrokî vekir

8 SIBAT 2026
TMMOB: Bûyerên xwezayî yên asayî vediguherînin karesatan

TMMOB: Bûyerên xwezayî yên asayî vediguherînin karesatan

6 SIBAT 2026
Li Amedê salvegera erdhejê bi xemgînî hat bibîranîn: Me ji bîr nekir

Li Amedê salvegera erdhejê bi xemgînî hat bibîranîn: Me ji bîr nekir

6 SIBAT 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Desthilatê jiyana welatiyan neparast  Tulay Hatîmogullari: Desthilatê 3 rojan mirina welatiyan temaşe kir

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Desthilatê jiyana welatiyan neparast
Tulay Hatîmogullari: Desthilatê 3 rojan mirina welatiyan temaşe kir

5 SIBAT 2026
‘Em Kurdistan û Tirkiyeyê teslîmî tarîtiyê nakin’

‘Em Kurdistan û Tirkiyeyê teslîmî tarîtiyê nakin’

5 SIBAT 2026
Halîde Turkoglû: Tu astengî nikare israra jinan a ji bo aştiyê rawestîne

Halîde Turkoglû: Tu astengî nikare israra jinan a ji bo aştiyê rawestîne

5 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (358)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne