Li Amed û Dîlokê bi boneya Roja Parêzeran bi daxuyanî hatin dayin û wiha hate gotin: “Em vê salê jî Roja Parêzeran di zextan de pêşwazî dikin.”
Li Amed û Dîlokê bi boneya 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran daxuyanî hatin dayin. Baroya Amedê bi beşdariya gelek parêzeran li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Parastin nayê bêdengkirin û nayê sekinandin” hate hilgirtin. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç di daxuyaniyê de axivî û got: “Em vê salê jî Roja Parêzeran di rewşeke zext li ser mafê parastinê û baroyan tê kirin de pêşwazî dikin.”
Guleç got ku serbixwebûna darazê hatiye binpêkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Sepanên dijî rêgezên sereke yên hiqûqê zêde dibin. Ev jî pêbaweriya hiqûqê kêm dike. Mafên azadiya xweîfadekirinê, mafê civîn û xwepêşandanan tên binpêkirin. Em careke din dibêjin ku dê têkoşîna me ya li dijî hewldanên serbixwebûna darazê ji holê radikin, mudaxileyên li dijî îradeya baroyan bidomînin. Em ê di her şert û mercan de serweriya hiqûqê, mafên mirovan û edaletê biparêzin.”

Dîlok
Baroya Dîlokê, li pêşiya Avahiya Cezayê ya Edliyeya Dîlokê daxuyanî da. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla Serokê Baroya Dîlokê Bulent Duran ve hate xwendin.
Duran diyar kir ku meqama parastinê yek ji stûna herî bingehîn a dewleta hiqûqê ye û parêzer ne tenê nûnertiya pergala civaka demokratîk lê di heman demê de ya serweriya hiqûqê dikin û got: “Qelskirina parastinê, yekser mafê xwegihandina edaletê ya welatiyan û lêgerîna maf û azadiyan hedef digire.”
Duran da zanîn ku serbixwebûna darazê û mafê darizandina adilane bêyî parêzeran nabe û wiha domand: “Bêyî me daraz çênabe. Parêzer, mezintirîn misogeriya hemwelatiyan e. Em li vir bang dikin; em bêdeng nebûn û bêdeng nabin.”
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.













