Li taxa Firatê ya navçeya Peyasê ya Amedê di sîteya Rojava de agir bi avahiyekê ket. Di şewatê de 4 kes mirin û 17 kes birîndar bûn.
Li taxa Firatê ya Navçeya Peyasê ya Amedê agir bi avahiya ku li sîteya Rojava ye ket. Pêtên agir di demek kurd te zêde bûn û li avahiyê belav bû. Di encama şewata avahiyê de 2 jê zarok 4 kes mirin û herî kêm 17 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Amedê.