• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Sêrtê MEBYA-DER hate vekirin

    Li Sêrtê MEBYA-DER hate vekirin

    Wezîrê Îranê Arakçî ji bo civîna bi Amerîkayê re çû Cenevreyê

    Wezîrê Îranê Arakçî ji bo civîna bi Amerîkayê re çû Cenevreyê

    Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

    Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 16ê SIBATA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiye girêdayî daxuyaniyên xwe be

    Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiye girêdayî daxuyaniyên xwe be

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Sêrtê MEBYA-DER hate vekirin

    Li Sêrtê MEBYA-DER hate vekirin

    Wezîrê Îranê Arakçî ji bo civîna bi Amerîkayê re çû Cenevreyê

    Wezîrê Îranê Arakçî ji bo civîna bi Amerîkayê re çû Cenevreyê

    Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

    Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 16ê SIBATA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiye girêdayî daxuyaniyên xwe be

    Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiye girêdayî daxuyaniyên xwe be

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê banga Kobanê: Alîkarî amedene deriyê Mûrşîtpinarê vekin

Amed / AW

16 SIBAT 2026 - 14:04
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di şandina alîkariyan ji bo Kobanê de rastî gelek asteniyan hatine û xwest ku ji bo amadekariyên nû bigihin Kobanê deriyên Mûrşîtpinarê demildest bê vekirin. 
Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê, têkildarî TIRên alîkariyê yên ji bo Kobanêyê hatibûn amadekirin, li Eywana Civînan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) daxuyanî da. Seroka Komaleya Rosayê Zeynep Sîpçîk destnîşan kirin ku korîdora astengiyên li pêşiya alîkariyên mirovî hatiye avakirin.
‘Ji Pirsûsê heta Çobanbeyê Ambargo’
Zeynep Sipçik diyar kir ku tevî hemû hewldanên dîplomatîk, Deriyê Murşitpinarê bi awayekî keyfî nayê vekirin û wiha got: “Di 30ê Çileyê de 25 TIRên me ber bi Pirsûsê ve ketin rê, lê bi hincetên ewlehiyê rê li ber wan hate girtin. Ev TIR sê rojan di bin baran û sermayê de hatin sekinandin. Piştî zextên mezin, em neçar man ku rêya xwe ber bi Kîlîs–Çobanbeyê ve biguherînin. Ev ne tenê guhertina rêyekê bû, ev hewildanek bû ku alîkariyên me radestî komên çekdar ên Hikûmeta Demkî ya Şamê bikin. Lê me ev yek qet qebûl nekir.”
‘Bi qestî astengiyan derdixin’
Li ser armanca derxistina astengiyan Zeynep Sîpçîk bal kişand ser muzakereyên dijwar û astengiyên li hundirê Sûriyeyê û destnîşan kir ku tenê bi şertê hevaltiya heyeta wan û AFADê TIR derketine rê. Zeynep Sîpçîk wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de, muzakere hatin meşandin ku alîkarî bi kordînasyona AFADê û bi şertê heyeteke ji platforma me heta Kobanêyê bi tîran re biçe. Heyeta me ku ji destpêka kampanyayê ve bi saziyên giştî yên têkildar re di nav peywendiyê de bû, di encama hevdîtinan de agahî girt ku bi qebûlkirina şertên navborî, alîkarî dikarin di ser Deriyê Kîlîs-Çobanbeyê re bên şandin. Platforma me teqezî li ser wê yekê kir ku divê ev alîkariyên jiyanî û lezgîn bêyî tu nezelalî û derengketinê rasterast bigihêjin destê hewcedaran. Me du nûnerên ji platforma bi TIRên alîkariyê re şandin.”
‘Divê alîkarî ji însafa Hikûmeta Demkî re neyên hiştin’
Têkildarî şandina TIRan Zeynep Sîpçîk daxuyand ku di encama hevdîtinan de, bi kordînasyona AFADê û bi amadebûna heyeta wan TIRên alîkariyê di 10ê Sibatê de di ser Deriyê Sînor ê Kîlîs-Çobanbeyê re gihîştin Kobanêyê û wiha domand: “Di heman rojê de alîkarî radestî kesên hewcedar hatine kirin. Lê belê di pêvajoya derbasbûna ji Çobanbeyê heta Kobanêyê de, ji hêla hin yekîneyên girêdayî  Hikûmeta Demkî ya Şamê ve ambargo û astengiyên curbecur hatin derxistin. Ev pirsgirêk bi kordînasyona AFADê hatin derbaskirin. Vê rewşê careke din nîşan da ku divê alîkariyên mirovî li benda însafa Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê neyên hiştin.”
‘Pitik û nexweşên kanserê di bin rîskê de ne’
Zeynep Sîpçîk destnîşan kirin ku li Kobanê zarok û kesên nexweşên penceşerê nagihîjin dermanan û derfetên tenduridtiyê û wiha pêde çû: “Hejmareke zêde ya pitikan di kûvezan de têkoşîna jiyanê didin, gelek welatiyên nexweşên diyalîz û kanserê di bin rîska jiyanî de ne û kêmasiya derman û amûrên teknîkî gihîştiye asteke metirsîdar.”
‘Alîkarî amade ne, deriyan vekin’
Di berdewama daxuyaniyê de Zeynep Sîpçîk diyar kir ku 20 TIRên alikariyê jî amade ne û sipasiya xwe kes û saziyên ku piştevaniya alikariyê kirine kir û ve tişt gotin: “Di depoyên me de 20 TIRên din ên tijî derman û xurek amade ne. Em naxwazin van alîkariyan di rêyên dûr û bi metirsî re bişînin. Deriyê Murşitpinarê ku 10 deqe dûrî Kobanê ye, divê demildest bê vekirin. Bi biryardarî berdewam dike û her roj mezintir dibe. Em spasiya gelê xwe yê di vê pêvajoyê de piştevanî nîşan da, sazî û dezgehên ku piştgirî dan, rêveberiyên herêmî û her kesê ku keda wan heye dikin. Em bang li hemû sazî û welatiyan dikin ku piştevaniyê xurttir bikin û piştgiriyê bidin kampanyaya me.”
Etîket: alîkarîAmed bangawazîKobanîMûrşîtpinar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyva Sor a Kurdistanê alîkariya tenduristiyê da koçberan

Heyva Sor a Kurdistanê alîkariya tenduristiyê da koçberan

14 SIBAT 2026
Rojava TV ji bo koçberan kampanyaya ˋMil bi Mil, Mal bi Mal” da destpêkirin

Rojava TV ji bo koçberan kampanyaya ˋMil bi Mil, Mal bi Mal” da destpêkirin

12 SIBAT 2026
UNICEF û WFPê li Kobanê lêkolîn kirin

UNICEF û WFPê li Kobanê lêkolîn kirin

12 SIBAT 2026
‘Nêzî 200 hezar kesî koçî Kobaniyê kir’

‘Nêzî 200 hezar kesî koçî Kobaniyê kir’

12 SIBAT 2026
Saziyên Neteweyên Yekbûyî li Kobanê hevdîtin kirin

Saziyên Neteweyên Yekbûyî li Kobanê hevdîtin kirin

12 SIBAT 2026
Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

11 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sûriyê hikûmeta nû tê avakirin: Hemû pêkhate dê cih bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên şandeya Rojava di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Talîban: Amerîka êrişî Îranê bike em ê piştgiriya Îranê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş paradîgmaya Ocalan û êrişên li ser Rojava nirxand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (605)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne