Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di navbera 12-16ê Gulanê de “Aştiya Civakî û Azadîyê” li dar bixe.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê bi piştgiriya torên piştgiriyê yên herêmî û navneteweyî, di navbera 12-16ê Gulana 2026an de li Amedê “Forûma Aştiya Civakî û Azadiyê” li dar bixe. Forum, armanc dike ku beşên cuda yên civakê bîne cem hev û nexşerêyeke hevpar ava bike. Tê plankirin ku ji bajêr, herêmê û qada navneteweyî; derdorên akademîk, saziyên civakî yên sivîl, kom û saziyên aktîvîst û hunermend beşdarî forumê bibin.
Der barê forûmê de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya forûmê de dê were nîqaşkirin ka azadî û aştiya civakî ji malan heta taxan, ji rêveberiyên herêmî heta civaka sivîl, di hemû qadên jiyanê de çawa dikare were avakirin.
Dê bi gelek sernavan rûniştin û atolye bên lidarxistin
Di çarçoveya bernameyê de; perwerde û lêkolîn, mafên zarokan, xebatên ciwan û jinan, zayendiya civakî, piştgiriya psîkososyal, hiqûq, edalet û mafên mirovan, koça bi darê zorê, windakiriyên bi darê zorê, ziman û wêje, çand-huner û medya, xebatên dîrok û bîrê, ekolojî û çandinî, ked û aborî, tenduristî, werzîş û mijarên ol û baweriyê dê di bin gelek sernavan de rûniştin û atolye werin lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku aştî û azadiya civakî tenê bi îfadekirin û fêmkirina pirsgirêk, nêrîn û pêşniyarên çareseriyê yên beşên cuda bi awayekî famkirina hevdu pêkan e.
Serlêdanên atolyeyan di 5ê Adarê de dest pê dikin
Di çarçoveya forumê de serlêdanên ji bo atolye û dilxwaziyê jî dê werin girtin. Dîroka dawî ya serlêdanên atolyeyan 5’ê Adarê, ya dilxwazan jî wekî 21ê Adarê hat ragihandin. Hat diyarkirin ku mirov dikarin ji bo serlêdan û agahiyên berfireh serî li navnîşana “https://peaceandfreedomforum.com/” bixin.
Armanc nexşerêyeke hevpar e
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku forûm ne tenê nîqaşkirina pirsgirêkan, di heman demê de ji bo rêveberiyên herêmî û civaka sivîl avakirina nexşeyeke rê ya şênber armanc dike. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em dikarin aştî û azadiya civakî tenê bi vegotin û fêmkirina pirsgirêkên hevdu, nêrîn û pêşniyarên çareseriyê ava bikin” û bang li hemû kesan, nexasim li welatiyên Amedê hat kirin ku beşdarî forûmê bibin.













