Walîtiya Amedê raguhand ku ji ber barîna berfê dê sibe dibistanan di betlaneyê de bin.
Li Amedê ji danê sibehê ve barîna berfê dest pê kir. Berf heta danê evarî bi dijwarî berdewam kir. Gelek wesayît di rê de man û rê hatin girtin. Walîtiya Amedê ji ber barîna berfê dibistanên li bajêr ji bo îro kiribû betlane.
Walîtiya Amedê di daxuyaniyek nû li ser malpera xwe parve kir û ragihad ku dibistanan dê sibe jî di betlaneyê de bin.















