Platforma Saziyên Demokratîk bi armanca nirxandina pêvajoyê bi gel re hate cem hev û qeşedanên dawî hatin nîqaşkirin.
Platforma Saziyên Demokratîk bi armanca agahdarkirin û nirxandina geşedanên dawî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn li navçeya Sûrê ya Amedê civîna gel li dar xist. Di civînê de têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên li Rojava û Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê nirxandin hatin kirin. Hevşaredara şaredariya Surê Gûlan Onkol, endam û rêvebirên rêxistina DEM Partiyê ya Surê, saziyên civakî, siyasetmedar û gelek welatî tev li civîna li Eywana Nîlgûnê ya Navçeya Surê ya Amedê pêk hatî, bûn.
‘Kurd rabûn ser piyan’
Kordînatora Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk Yuksel Genç di dîvanê de axivî û pêşketinên dawî nirxandin. Genç bi bîr xist ku êrişên mezin li ser gelê Kurd tên meşandin û li emberî van êrişan gelê Kurd jî li hemû deverên cîhanê di nav berxwedanek bêhempa de ye. Genç, Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê jî bi bîr xist û bal kişand ser komploya nû ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê. Di civînê têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên li Rojava û komploya 15ê Sibatê nirxandin û şîroveyên beşdaran pêk hat. Piştî nirxandinan civîn bi pirs û bersivanbi dawî bu.
















