Li Amedê 25ê Mijdarê Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” dest pê kir.
Bi pêşentiya Platforma Dîcle Amedê û Tora li dijî Tundiyê li Amedê bi boneya 25ê Mijdarê Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî meşiyan. Meşa bi sedan jin tevlî bûn li ber girtîgeha Hejmara 5emîn destpê kir û dê li ber AZC plazayê ya semtê Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê biqede. Meşa jinan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” dest pê kir.
Di meşê de pankarta “Bi jiyana bêtundî ber bi civaka demokratîk ve” vekirin. Jinan dovîzên “Bijî yekitiya jinan”, “Jin bi tekoşînê azad dibin”, “Jinên azad, civaka azad” û wêneyên Gurbetelli Ersoz, Nagîhan Akarsel, Cîhan Bîlgîn û jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin. DI meşê de bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.
Meş ber bi Azc plazayê berdewam dike.














