Li Amedê bi hatina biharê re kereng, gulik, xerdel û pung li ser dezgehan cihê xwe girtin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê bi hatina biharê re li gelek kuçe û kolanan dezgehên berhemên biharê tên firotin. Bi taybetî li bazar û ser rêyan, firoşkaran dest bi firotina giyaya ango pincarên cur bi cur kirin ku di demsala biharê de şîn dibin. Ev pincarên ku di çanda herêmî de cihekî girîng digirin, her sal di vê demê de ji aliyê xelkê ve tên xwestin. Firoşkar pincarên weke kereng, pûng, xerdel, gulik û her wekî din tînin ser dezgehan û xelk jî dikire. Gelek kes van cureyên pincarê ne tenê ji bo xwarinê, her wiha ji bo feydeyên wan ên tenduristiyê jî tercîh dikin.

Firoşkaran da zanîn ku her sal bi hatina biharê re ev cureyên pincarê ji Çiyayê Qerejdax, Çiyayên Çewlig û Bedlîsê kom dikin û tînin li ser tezgehên xwe difiroşin. Firoşkaran ji ber bihabûna mesrefan gazin kirin û wiha gotin: “Giyayên biharê pir tên xwestin, bi taybetî ji aliyê kesên ku ji kevneşopiya xwarinên herêmî hez dikin. Her wiha ji ber şert û mercên aboriyê jî bandorê li firotinê dikin, gelek kes tenê dipirsin û ji ber bihabûnê nakirin, derbas dibin. Lê her çiqas ev cureyên giyayên em tînin bihabin jî lê dîsa jî xelk dikire.”
Firoşkaran diyar kir ku giyayên xwezayî du mehan şîn dibin û berdewam dike û ji ber zehmetiyên wan û giyayên nepaqijkirî ji wan re tên, bermayî zêde dibe û malîyet jî wan dixusirîne.








