Şaredariya Bajarê Mezin an Amedê û Şaredariya Rezanê Pirtûkxaneya Mestûre Erdelan vekir û gelek kes beşdarî merasîma vekirina pirtûkxaneyê bû.
Şaredariya Bjarê Mezin a Amedê û Şaredariya Navçeya Rezanê bi hevkarî di çarçoveya projeya “Ji bo her taxekê pirtûkxaneyek” li Taxa Şêx Şamilê Pirtûkxaneya Mestûre Erdelan bi merasîmekê vekir. Hevşaredara Serra Bucak, Hevşeredarên Rezanê Sîraç Çelîk û Leyla Ayaz, rêveberên DEM Partiyê û DBPê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî beşdarî merasîma vekirina pirtûkxaneyê bûn.
Serra Bucak axivî û anî ziman ku wan heya niha gelek pirtûkxane vekirine û cara yekem ewqas ciwan û şagirt tev li vekirina pirtûkxaneyekê dibin û ev jî encama xebatên ji bo ciwanan dide nîşandan.
Paşî jî Hevşeredarê Rezanê Sîraç Çelîk axivî û diyar kir ku ji bo gel û ciwanan çi ji destê wan tê dikin û got: “Ciwan pêşeroja me ne, hûn ê bixwînin, sibê jî hûn ê tiştên baştir bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin ciwanên me bixwînin, xwe bizanibin û xwe bi rêxistin bikin.”

Mestûre Erdelan kî ye?
Navê wê Mah Şeref Xanim û nasnavê wê Mestûre bûye. Li derdora sala 1804an li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê.
Di zemanê Xusrew Xanê Erdelanî yê waliyê Sineyê de ku bi leqeba Nakam hatiye naskirin, xan û mala Qadiriyan ji hevûdu aciz bûne, piştre aş bûne û bûne xizmên hev. Mestûre bûye hevjîna Xusrew Xanê Erdelanî. Xan di helbestên xwe de pesnê Mestûreyê dide. Mestûreyê jî di helbestên xwe de pesnê Xan dide. Mestûre di nivîsandina helbestan de, çi bi Farisî, çi jî bi Kurdî nivîsandiye û di nivîsandina helbestan de jîr û zîrek bûye.
Piraniya helbestên wê wenda bûne. Tenê du hezar beyt mane ku bi saya Me’rîfetê sereke çanda Sineyê û Mirza Esedulla Xanê Kurdistanî, qasî 20 sal beriya niha li Tehranê hatin weşandin. Ev ji bili wan helbestên ku di dîroka Farisî de nivîsandine.
Mestûre di temenê xwe yê 44 saliyê de, sala 1847ê li Silêmaniyê koça dawî dike.






















