Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê yên ku di 21ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, yek jê zarok 6 ciwan hatin girtin.
Platforma Ciwanên Welatparêz ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve” di 18ê Cotmehê de meşek li dar xistibû. Piştî meşê ciwan ji aliyê rayedarên AKPî û Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ve hedef hatibûn nîşandan.
Polîs di 21ê Cotmehê de li gelek bajaran di ser malan de girtibûn û 6 ciwan hatibûn binçavkirin. Ciwanên ku 3 rojan di binçavan de man û îro piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Pişti îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dageriya Nobetdar hatin kirin. Dadgeriyê biryara girtina ciwanên bi navê Ferhat Gezer (17), Yûsûf Demîrpolat, Suleyman Kahraman, Halît Konûk, Haşîm Kûtlûk û Ozcan Dal da. Parêzaran diyar kirin ku ciwanbi hincetên “Mukaveleta polîsan” û “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin.
Piştî biryara girtinê her 6 ciwan birin girtîgehê.














