Şaredariya Yenîşehîrê li kolana hunerê a navçeyê festîval li dar xist.
Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê li kolana Hunerê a semta Ofîsê bi boneya “Rojên çand û hunerê” festîvala 3 rojan da destpêkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak, Dogan Hatûn, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydeniz, hevşaredarên Yenîşehîrê Safîye Akdag û Mehmet Ergun, dayika aştiyê Meyreme Turan, sazîyên sivîl û gelek welatî beşdarî festîvalê bûn.
Di roja yekem a festîvalê de dirûşmên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk hatin berzkirin, xwestek û peyama hevpar a ji bo aştiyê hate dayîn.
Hevşaredarên Yenîşehîrê beriya konserê axivîn. Hevşaredaran bang li gelê Amedê kirin ku ev 8 sal in Kolana Hunerê di bin destên qirêj de bû û êdî ew nahêlin tiştên nebaş û civakê bixe tengasiyê bên kirin. Hevşaredaran diyar kirin ku ew ê bi gel re Kolana Hunerê bikin kolana civakê.
Piştî axaftinan dayika aştiyê Meyreme Turan axivî û xwest ku xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk were derketin û got: “Em hemû xwedî li banga Rêber Apo derkevin û destê wî xurttir bikin. Bila zarokên me neyên kuştin, bila aştî were vî welatî.”
Piştî axaftinan Koma Hevra derket li ser dikê û bi stranên xwe gel coşand. Roja yekem a festîvalê bi gerandina govendê bi dawî bû.