Ji Meksîka heta Kolombiya û gelek bajarên Ewropayê ciwan û jinên ciwan daketin qadan û bi çalakiyên cûr be cûr berxwedana Rojava silav kirin.
Çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava û şemezarkirina êriş û dorpêçkirina Kobanê li gelek welatên Amerîkaya Başûr û Ewropayê bênavber didomin.
Li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Bogotayê çalakî
Ciwanên ji Bogotayê li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Kolombiyayê çalakiyekî mezin li dar xistin. Ciwanan li ser kolana li ber sefaretxaneyê dirûşmeyên “Kobanê û Rojava biparêzin!” nivîsandin û dîwarên avahiya sefaretxaneyê boyax kirin. Di daxuyaniyek de wiha dibêje: “Ji Abya Yala heta Kurdistanê: Li dijî şer têkoşîna hevpar! Ev têkoşînek ji bo jiyan û xweseriyê ye. Em bi Şoreşa Rojava re di nav piştgiriyê de ne û îro em li dijî komploya emperyalîzmê û zilma dewletê li ber xwe didin. Bijî Şoreşa Rojava!”
Li Meksîkayê Şoreşa Rojava hat nîqaşkirin
Ciwanên Meksîkayê li ser Şoreşa Rojava civîn li dar xistin. Di civînê de konfederalîzma demokratîk û êrişên li ser Rojava hatin nîqaşkirin. Piştre, ciwanan çalakiya afîşan lidar xistin.
Li Fransa, Galler û Almanyayê çalakî
Li kolanên Toulouse ya Fransayê, Ostprignitz û Hamburg ên Almanyayê û Aberystwyth a Gallerê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku li Rojava berxwedana gel a pir bi hêz derket holê û hat destnîşankirin ku kêm mînakên wisa di cihanê de hene. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rojava bûye civatek berxwedêr û wiha gotin: “Di dilê wê de şoreşek jinan heye ku civatek wekhev li ser bingeha femînîzma kolektîf ava dike. Rojava konfederalîzma demokratîk pêk tîne: projeyek şoreşgerî li ser bingeha demokrasiya rasterast, rizgariya jinan, ekolojiyê û tevlêbûna hemû civakan e. Ev şoreşa bihêz a bi pêşengiya jinan niha ji hêla hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve tê tehdîtkirin. Li Kobanê, av, înternet û elektrîk hatin qutkirin, di heman demê de çapemeniya cihanê bêdeng e. Hevgirtina bi Rojava re tê wateya rawestana ji bo demokrasiyê û azadiya jinan.”
Ciwanan li Berlîn û Salernoyê çalakî lidarxistin
Ciwanan li bajrê Berlînê yê Almanyayê û bajarê Salerno yê Îtalyayê çalakiyên afişan li dar xistin. Kolektîfa Sabatini-Menna ya ji Salerno derbarê çalakiya xwe de got: “Em bersiva seferberiya navneteweyî ya ji bo Rojava a ku ji aliyê Sûriye û Tirkiyeyê ve tê êrîşkirin, didin. Li Rojava, ne tenê êrişî gelekî yan jî axek tê kirin, êrişî şoreş demokrasiya bêdewlet li ser bingeha rizgariya jinan ava kiriye, tê kirin. Em li kêleka berxwedana Kurd, YPJ û YPGê disekînin. Me her gav piştgirî daye berxwedana hemû gelên bindest ên ku li dijî mêtîngerî û emperyalîzmê derdikevin. Em dizanin; ji ber ku Rojava sembola xwerêveberiyê û alternatîfek berbiçav a pergalê ye, hêzên navneteweyî êrişî şoreşê dikin.”
Li Awûstûrya, Almanya û Fransayê çalakiyên grafîtiyê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bajarê Leipzig ê Almanyayê û bajarê Lille yê Fransayê ji bo nîşandana hevgirtina bi Rojava re çalakiyên grafîtiyê pêk hatin. Çalak”vanan diyar kirin ku ew ji bo piştgiriya gelê Kurd li ser dîwar wêne xêz kirin û gotin: “.Li hember neheqiya ku li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin, em ê bêdeng nemînin. Hevgirtina navneteweyî, berxwedana gel! Bijî Rojava!”
Li Almanyayê şoreşa Rojava silav kir
Ciwanên ji Tubingen û Kolektîfa Ararat a Ermenî silavên xwe yên hevgirtinê ji Rojava re şandin û ev peyam dan: “Êrîşên li ser Rojava girantir dibin. Niha, herî kêm 150,000 kes li bajarê Kobanê asê mane. Divê em li hember vê yekê li ber xwe bidin û ji bo Kobanê têkobikoşin. Bijî Şoreşa Rojava!”
Li Parîsê xwepêşandana ciwanan
Li Parîsê xwepêşandanek ji aliyê ciwanan ve pêk hat: “Ciwanên sosyalîst ji bo parastina Rojava şer dikin! Werin em hevgirtinê li seranserê Ewropa û cîhanê xurt bikin!”
Li Galîsyayê çalakiya hunerî
Li Galîsyayê, jinên ciwan ji bo piştgiriya berxwedana jiên Rojava çalakiyek hunerî li dar xistin. Di çalakiyê de jinan porên hev hunandin û berxwedana Rojava silav kirin.













