Amed – Xizmên Windakiriyan û nûnerên Şaxa ÎHDa Amedê di hefteya 871an a çalakiya xwe de li hev civiyan û li aqûbeta Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûn pirsîn. Nûnerê ÎHDê yê Herêmê Tahîr Saçakli axivî û wiha got: “Heta ku aqûbeta windakiriyan neyê zanîn aştî pêk nayê.”
Xizmên Windakiriyan û nûnerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo çalakiya xwe ya ku “Winda bên dîtin û kujerên wan bêne darizandin” li pêşiya Bîrdariya Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê di hefteya 871an de li hev civiyan. Di çalakiyê de nûnerên ÎHDê û Xizmên Windakiriyan wêneyan kesên ku hatine windakirin û qetilkirin hilgirtin. Hevşaredarê Exeniyê Şiyar Guldîken û gelek endamên saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Xizmên Windakiriyan endamên ÎHDê vê hefteyê li aqûbeta Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûn pirsîn.
‘Bila daxwazên xizmên windakiriyan pêk were’
Di çalakiyê de nûnerê ÎHDê yê Herêmê Tahîr Saçakli axivî û wiha got: “Em her hefte li vê qadê ji bo ku careke din kiryarên bi vî awayî pêk neyên em bangawaziyê li rayedaran dikin. Her hefte em bang dikin dibe ku ji hinekan re sivik were lê gelek girîng e. Her roja ku em wêneyan hildigirin û têne vê qadê ew giraniya windabûna windakirina xizmên windayan tê ber çavên mirov. Heta ku aqûbeta windakiriyan neyê zanîn aştî pêk nayê. Bila daxwazên xizmên windakiriyan pêk were.”
‘Dev ji daxwaza edaletê bernadin’
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHDa Amedê Firat Akdenîz ku çîroka Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûn xwend, diyar ku ew ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûn bernedin û wiha got: “Huseyîn Aydemîr bavê şeş zarokan ê 34 salî li gundê Tûtê yê Licê dijiya. Wê demê gund dihatin şewitandin, gundî neçar dibûn ku koç bikin û bibin cerdevan. Ji ber ku êdî nikarîbûn li hember vê zextê bisekinin, Huseyîn Aydemîr û malbata wî pêşî koçî Amedê û dû re jî koçî Edeneyê kirin. Lê belê ew bi zext û gefan re rû bi rû dima. Di nîvê sala 1995an de bi malbata xwe re koçî Stenbolê kirin. Fehmî Tosûn jî bavê pênc zarokan ê 35 salî li gundê Licok ê navçeya Licê dijiya. Licê û gundên wê gelek caran rastî rastî zext û zorê dihatin. Malbata Tosun di vê hawîrdora zor de bedelên giran dan. Ji ber van zextan malbata Tosun neçar ma ku koçî Stenbolê bike.”
‘Di dozan wan de biryara neşopandinê hate dayîn’
Firat Akdenîz di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên ku li dijî Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûnê ku hev re hatibûn qetilkirin û got ew her du hevalên hev ên herî nêzîk bûne û wiha domand: “Di 19ê Cotmeha 1995an de Fehmî Tosûn bi hevalê xwe Huseyîn Aydemîr re çû mala xwe ya li navçeya Avcilarê ya Stenbolê. Piştî ku bi hev re taştê xwarin her du heval derdora saet 10:00an de ji malê derketin. Dema ku li kolana Aksarayê dimeşiyan, du otomobîlên spî nêzîkî wan bûn û wan bi zorê xistin wesayîtê. Ji wê demê ve heta niha tu agahî ji wan nehat girtin. Dema ku malbatên Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûn hîn bûn ku li Aksarayê ji aliyê polîsên sivîl ve hatine binçavkirin, hemû rêyên qanûnî şopandin. Hemû îtîrazên wan jî bêencam man. Rastiya ku Huseyîn Aydemîr û hevalê wî Fehmî Tosûn hatine binçavkirin ji aliyê dewletê ve hate înkarkirin. Qanûn nehatin sepandin. Ji bo eşkerekirina çarenûsa wan û darizandina sûcdaran lêpirsînên bi bandor nehatin kirin. Di doza wan de bi hinceta ku dem boriye biryara neşopandinê hate dayîn.”
‘Em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin’
Firat Akdenîz anî ziman ku dayîka Huseyin Aydemîr, Asiye Aydemîr, bi salan li benda nûçeyên saxmayîna kurê xwe maye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi xemgînî, mîna Dayîka Berfo, Dayîka Fatma, Dayîka Elmas, Dayîka Meryem û Dayîka Asiye bêyî ku bi zarokê xwe re bê cem hev koça dawî kir. Em bidomdarî şahidiya lêgerîna rastî û edaletê ya malbata Tosûn dikin. Têkoşîneke ku sê nifş e ji bo şikandina dîwarê bêdengiyê yê li dora windakirinên bi zorê tê meşandin didome. Hebûna pergala bêcezatiyê van mercan diafirîne. Ji ber vê yeke ev 871 hefte ne em her rê û rêbaz bikar tînin da ku bang li dewletê bikin. Da ku binpêkirinên mafên mirovan û bêcezatiyê biqedîne. Ji bo ku erkên xwe yên di bin qanûna gerdûnî de bicîh bîne. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûn bernedin.”
Piştî daxuyaniyê beşdarên çalakiyê deqîqeyek çalakiya rûniştinê li dar xistin û pişt re jî çalakî bi dawî kirin û belav bûn.