• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Herêma Geliyê Dîcleyê û Pîra Dehderî hatiye texrîbkirin

    Herêma Geliyê Dîcleyê û Pîra Dehderî hatiye texrîbkirin

    Li Elkê hezaz çêbû rê piştî çar saetan hate vekirin

    Li Elkê hezaz çêbû rê piştî çar saetan hate vekirin

    Amed di nava mijê de ma

    Amed di nava mijê de ma

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 08ê KANÛNA 2025an

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Herêma Geliyê Dîcleyê û Pîra Dehderî hatiye texrîbkirin

    Herêma Geliyê Dîcleyê û Pîra Dehderî hatiye texrîbkirin

    Li Elkê hezaz çêbû rê piştî çar saetan hate vekirin

    Li Elkê hezaz çêbû rê piştî çar saetan hate vekirin

    Amed di nava mijê de ma

    Amed di nava mijê de ma

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 08ê KANÛNA 2025an

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Asyayê di karesata Mûsonê de hezar û 800 kes mirin

Navenda Nûçeyan / AW

8 KANÛN 2025 - 13:56
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Ji ber ba, bahoz û baranên mûsonê li başûr û başûrrojhilatê Asyayê lehî rabû û hezaz çebû. Di encama vê karesatê de zêdetirî hezar û 800 kesan mirin.

Li Endonezya, Srî Lanka, Malezya, Tayland û Vîetnamê ji ber ba, bahoz û baranên mûsonê lehî rabû û hezaz çebû. Zêdetirî hezar û 800 kes mirin, bi deh hezaran kes jî ji cih û warên xwe bûn.

Li sê eyaletan 950 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Girava Sumatra ya Endonezyayê bîlanço giran dibe. Ajansa Rêveberiya Afetê ya Neteweyî (BNPB) ragihand ku ji ber lehî û hezaza li sê eyaletan 950 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar kes birîndar bûn û 274 kes jî winda ne. Her wiha ziyan li gelek mal, rê û binesaziya cemaweriyê bû.

Li gorî rayedaran tenê li van sê eyaletan maliyeta avakirinê dibe ku 3,1 milyar dolar be.

Li Acehê jî 386 kesan jiyana xwe ji dest dan

Aceh ku di sala 2004an de tsunamiyê zirareke mezin gihîştê, di vê felaketê de yek ji wan herêman bû ku bandora herî giran lê bû. Li eyaletê 386 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran mirov hatin veguhestin.

Waliyê Acehê Muzakir Manaf diyar kir ku li herêmê valahiyeke cidî ya personelên tenduristiyê heye û got: “Pêwîstiya me bi her tiştî heye, bi taybetî bi doktoran. Derman girîng e, lê belê malzemeyên pêwîstiyên bingehîn jî girîng e.”

Krîza avhêwayê baranê zêde dike

Demsala mûsonê ji bo tevahiya Asyayê di warê çandiniyê de gelekî girîng jî be dibe sedema lehiyên hilweşîner. Li gorî pisporan, krîza avhewayê baranê zêde dike; germabûna okyanûsan jî bahozên tropîkal xurt dike. Li Endonezyayê hawirdorparêz dibêjin para tinekirina daristanan di lehî û hezazên ji nişka ve mezin e.

Bahozê bandor li zêdeyî 2 milyon kesî kir

Li Srî Lankayê ji ber bahoza Ditwahê 627 kesan jiyana xwe ji dest dan. Artêşê ji bo piştgiriya li herêmên felaketê hejmara personelê xwe yên li qadê bi du qatî zêde kir. Li welêt bahozê bandor li zêdeyî 2 milyon kesî kir.

Hilweşîna herî mezin li herêma navîn a welêt bû ku çay lê tê çandin; li vê derê 471 kes mirin.

Serokdewletê Srî Lankayê Anura Kumara Dissanayake felaketa heyî weke “Yek ji felaketên xwezayî yên herî giran ên welêt” pênase kir.

Bandora felaketê li herêmê dewam dike.

Etîket: AsyaEndonezyaKaresatMalezyaSrî LankaTaylandVîetname
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Asyayê ji ber barana zêde lehî rabû bi hezaran kes mirin

Li Asyayê ji ber barana zêde lehî rabû bi hezaran kes mirin

1 KANÛN 2025
Lehî rabû: 620 kes mirin

Lehî rabû: 620 kes mirin

30 MIJDAR 2025
Li Başûr Rojavayê Asyayê lehî: Hejmara miriyan bû 321 kes

Li Başûr Rojavayê Asyayê lehî: Hejmara miriyan bû 321 kes

29 MIJDAR 2025
Li Endonezyayê hezaz çêbû: Herî kêm 30 kes mirin

Li Endonezyayê hezaz çêbû: Herî kêm 30 kes mirin

21 MIJDAR 2025
DEM Partî û HDKê çûn Endonezyayê

DEM Partî û HDKê çûn Endonezyayê

11 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (126)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne