Hate ragihandin ku drona ku hewl da li baregeha Qesrik a Koalîsyona Navneteweyî ya li Hesekê bide hat xistin.
Li gorî nûçeya ANHAyê, di saetên vê êvarê de hêzên li baregeha Qesrik a nêzî bajarokê Til Beyder ê bakurê Hesekê bi cih bûne dronek xist.
Hate ragihandin ku ji destpêka êrişên îsraîlê û Amerîkayê li dijî Îranê ev cara duyemîne ku baregeh bi dronan tê hedefgirtin.
Hat diyarkirin ku bi xistina dronê re tu zirar çênebûne.












